Jina Kurd a şoreşger Aysel Dogan li bajarê Kolnê bi merasîmekê ber bi Dersimê ve hat oxirkirin.
Siyasetmedar Aysel Dogan a di 11’ê Gulanê de şehîd bû, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekê ber bi bajarê wê Dersimê ve hate oxirkirin.
Di merasîma ku bi organîzasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li Bergîsch Gladbach hat lidarxistin de malbata Aysel Dogan, rêhevalên wê, siyasetmedar û hunermend û nûnerên saziyên Kurdan jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Darbestiya Aysel Dogan bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li ser milên jinan anîn salonê. Di merasîmê de biraza/xwişkezaya Aysel Dogan Pinar Mansûroglû axivî û diyar kir ku wesiyeta xaltîka wê ew bû ku wê bişînin Dêrsimê û got, “Min jî mîna hevrêyên min ên li çiyê şehîd ketine, bêyî ku bişûn û kefen bikin, min bispêrin axê. Kefiyeke yê Rojava û fîstaneke spî yên jinên Êzidî li min bikin.”
Mansûroglu her wiha anî ziman ku Aysel Dogan bi êşên Komkujiya 38’an a Dêrsimê mezin bûye û hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye û wiha dewam kir: “Em minet nakin, em ziman, çand û baweriya xwe dixwazin. Xaltîka min ew emanetî me kirine. Got ‘Li ziman, çand, xweza û tevgera xwe xwedî derkevin’. xaltîka min digot, ‘Yên ku ji gelê Kurd bawer nakin bila temenê wan dirêj be da ku bila bibînin Kurd dikarin çi bi dest bixin’. Ez bawer dikim ku hezkirin û dilsoziya wê derbasê her kesê ku wê dizane û nas dike bûye. Çav û guhên wê her tim li kesên ku neheqî li wan dihat kirin bû. Weke malbata wê soza me ye, em ê xwedî li emaneta wê derbikevin.”
Mansûroglû bang kir ku “Her kes serê xwe bilind bike, negirî” û ji xaltîka xwe Aysel Dogan re got, “Em te ber bi Dêrsimê û Mûnzûrê oxir dikin. Bila Dêrsim te hembêz bike, Mûnzûr te bişo. Em ê xwedî li emaneta te derkevin, emê te ji bîr nekin, em ê li ser rêya te bimeşin. Oxir be” û ew oxir kir.
Li ser navê hevrêyên wê Zozan Serhat axivî û anî ziman, “Heval Aysel hemû jiyana xwe ji bo vê têkoşînê da. Dixwest ku li çar parçeyan Kurdek nemîne ku destê xwe negihandibe û negihîjîbe wan. Wê her tim ji me re digot, ‘Divê em bêtir bixebitin, ev ne bes e. Ger dijmin li Kurdistanê qetlîaman dike, kêmasiya me ye’. Heval Aysel jin bû, Kurd bû, Elewî bû, hemû nasnameyên xwe bi layiqî temsîl kir.”
Serhat gotina Aysel Dogan ya, “Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin, ji bo vê yekê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin” bibîr xist û got, “İsrara wê ya berxwedanê ji me re mîras ma. Îro bi mîlyonan xwendevanên te ne, mîrasa te devr girtin. Em soz didin te, em ê têkoşîna we bilind bikin.”
Di merasîma ku kêliyên hestiyar hatin jiyîn de bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî xwendina peyama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Aysel Dogan bi tîlîliyan ber bi Dersimê ve hate oxirkirin.
Asysel Dogan
Aysel Dogan a sala 1953‘yan li Dersimê hat dinê, ji salên xwe yên ciwaniyê ve ji bo nasnameya Kurd bihê naskirin û di makezagonê de bihê mîsogerkirin di rêxistinên girseyî de bi awayekî çalak xebitî. Piştî qedandina beşê Mamostetiya Werzişê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê mamostetiya lîseyê kir, salên piştî derbeya leşkerî ya 1980‘yî û bi pişt re gelek carah hat destgîrkirin û êşkencekirin. Bi salan bêyî dadgeh, bêyî pirs û lêpirsîn girtî ma.
Di hilbijartinên giştî yên 20‘ê Cotmeha 1991‘î ya şer li Kurdistanê gur bû, li bajarê xwe Dersimê bû namzeda wekîliyê ya serbixwe. Tevî ku li herêma xwe ya herî pir deng girtin ew bû, ji ber qanûna hilbijartinê ya nedemokratîk çûyîna wê ya meclîsê hat astengkirin.
Gefên kuştinê lê hatin xwarin
Dogan, ji ber xebatên xwe yên li Dersimê, JÎTEM’ê ew ji xwe re kir armanc. Gefên kuştinê lê xwarin, ji wê boneyê derket derveyê welêt. Li Elmanyayê tev li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û xebatên siyasî bû.
Di sala 1999’an de bi destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê dan destpêkirin, di nav Koma Aştiyê ya ku wê ji Ewropayê biçe Tirkiyeyê de cih girt. Û gava ku ketin Tirkiyeyê tevî endamên komên hat girtin û darizandin. 10 sal ceza lê hat birîn. Di vê pêvajoyê de di girtîgehên Meletî û Elbistanê de ma.
Aysel Dogan piştî ku hat berdan cardin çû bajarê xwe Dersimê. Demekê ji bo avabûna Koma Sisêyan a Aştiyê ya li Ewropayê xebitî. Lê ku pêvajo sekini ew jî li Dersimê bi cih bû. Di nav damezirînerên Komeleya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê de cih girt. Di nav çalakiyên komeleyê ya damezirînerî û serokatiyê wê kiriye de, organîze kirina vemirandina agirên daristanan ên di pevçûnên de dihatin şewitandin, çêkirina hişyariyê li dijî nêçîra ajalên li herêmê dijîn û li ber tunebûyînê ne, lidarxistina kampanyayan li dijî projeyên çêkirina bendavan, di nelihevkirinên takekesî de navbeynkarî, semîner li ser mafê jinan û biyanîbûna çandî, lidarxistina meresiman di rojên dîrokî û pîroz de, çêkirina pirtûkxaneyên kolektîv, parastina cih û warên pîroz ên hatine xerakirin cihê xwe girt.
Di êrîşên qirkirina siyasî yên bi navê KCK ê yên hikûmeta AKP’ê yên bi hevkariya Cimaetê yên piştî Hilbijartinên Giştî yên sala 2007‘an de, payîza sala 2011‘an hat destgîrkirin.
18 salên girtîgehê lê hatin birîn
Komeleya Akademiya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê ku damezirîner û seroka wê bû ji çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de bi hinceta ‘“derveyê armanca xwe çalaki kiriye“ ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
25‘ê Îlona sala 2011‘an ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran Bi Taybet Rayedarkirî ya Meletiyê hat girtin û hat şandin ji bo girtîgehê. Piştî mayîna girtî bi salekê, 18 sal cezayê giran lê hat birîn.
Kete rojiya mirinê
Dogan, di koma duduyan a çalakiya rojiya mirinê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ya payîza sala 2012‘yan hatibû destpêkirin de cih girt.
Piştî girtina Dadgehên Cezayên Giran ên Bi Taybetî Rayedarkirî, doza wê sala 2014‘an li Dadgeha Bilind hat dîtin, bi daxwaza darizandina ji endamtiya rêxistinê ji nû ve hat xera kirin. Dadgeha Bilind biryar da ku mafê darizandina adilane ya Aysel Doganê hatiye binpêkirin.
Aysel, di girtîgeha Girtî ya Amedê de bi nexweşiya pençeşêrê ket û emeliyat bû bi şûn de, ji ber ku nexweşiyê lê zêde kir sala 2015‘an hat berdan. Piştî hat berdan Dogan li Dersimê bi cih bû, li vir jî bi gel re tev li xebatan bû.