TAJÊ berxwedana dayikan silav kir

Tevgera Azadiya Jinên Ezîdxanê (TAJÊ) berxwedana dayikan a ji bo piştgiriya girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne silav kir û got; "Çi dibe bila bibe wê berxwedaniya wan bi serkeve. Berxwedaniya we berxwedaniya me ye. Xwesteka xwe xwesteka me ye."


Tevgera Azadiya Jinên Ezîdxanê (TAJÊ) têkildarî berxwedana dayikan a ji bo piştgiriya girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de daxuyaniyek nivîskî da û berxwedana wan silav kir.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye;

"Em wek Tevgera Azadiya Jinên Ezîdxanê ji fermana 74'an û şûnde vê baş ferbûn ku hêzên qirêj ên ku azadiya gelan û civakan naxwazin timî, destpêkê êrîşî jinê dikin. Me ev herî şênber di karesata 74'an de dît. Êrîşên wan destpêkê li ser ciwanên me û li ser me jina çêbû. Em qetil kirin, dîl girtin. Da ku civaka me jî tune bikin. Lê bi serneketin. Ev neserketina wan jî dîsa bi berxwedaniya ciwanên me yê ku sozdarên azadiya civaka me û berxwedanîya jinan pêk hat. Me di vê berxwedaniya xwe de hêzek mezin ji têkoşîna jinên Bakurê Kurdistanê girt. Gelek jinên qehreman ji bo azadiya zarokên xwe civaka xwe derketin pêş. Bêyî ku tu dudiliyî jiyan bikin. Neqebûlkirina bêdengiyê bûn dengê xwesteka azadiyê.

Îro jî em şahidiya yek ji rupela dîrokê dikin ku dîsa jin, dîsa berxwedanî, dîsa baweriya serketinê û azadiyê dikin. Bi sedan jin îro ji bo azadiya zarokên xwe ku azadiya zarokên xwe jî di azadiya Rêber Apo de dibînin di nava çalakiyan de ne. Em jî dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye. Dibin dengê zarokên xwe yê ku zêdeyî sed roj in di grevê de ne. Dilê wan tijî biêşe, lê bi dilêke ku wê ewê vê bêdengiyê, vê faşîzmê têk bibin lê dide. Em wek TAJÊ berxwedaniya dayikên me yê dilêr û xwedî dilê mezin silav dikin. Em ji wan re dibêjin ku çi dibe bila bibe wê berxwdaniya wan serbikeve. Em êşa wan ji dil de hîs dikin. Ji ber ku me jî bi sedan zarok dan û bi sedan zarokên me hîn jî di bin zext û êrîşên hişmendiya desthiltaran ên ku dijminê mirovahîyê dene. Berxwedaniya we berxwedaniya me ye. Xwesteka xwe xwesteka me ye.

Herwiha çewa ku DAIŞ'a hêvî tarî ya cîhanê bi serneket, wê hevkarê wê Erdogan jî bi ser nekeve. Em di wê bawariyê de ne ku serkeftin nêze. Herwiha em zext û zilma li qadan li dayikan tê kirin şermezar dikin. Ev êrîşên li ser dayikan feraseta wan a ku çiqar ji dayikên me yên dilêr di tirsin nîşan dide."

(ab)