TAJÊ: Emê bê navber têkoşîna xwe bidomînin

Pênçşem, 5 Mar 2020 – 15:06  ROJNEW/ŞENGAL

TAJÊ: Emê bê navber têkoşîna xwe bidomînin

Bi wesîleya 8’ê Adarê TAJÊ serdana gorên komî yên li bajaroka Herdan yê Şengalê kir. TAJÊ diyar kir ku ji bo tolhildana jinên Êzidî yên ku hatin qetilkirin û revandin ewê bê navber têkoşîna xwe bidomînin.


https://youtu.be/LcbClYlsN_4″>

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê serdana gorên komî yên li dibistana bajarokê Herdan yê Şengalê ku di encama êrîşên DAIŞ’ê de hatibûn qetilkirin, kir.

Endamên TAJÊ li vê derê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku ewê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞ’ê de hatine revandin, têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyanî Ji aliyê Endama TAJÊ Pakîze Celal ve hat kirin.

Pakîze Celal di daxuyaniyê de wiha got;  

“Bi wesîleya  8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê, em îro li ser gorên xwe kom bûne. Bila cîhan hemû bizanibe em vê rojê ti cara ji bîr nakin. Em ê vê rojê bikin roja tolhildanê. Emê tola jinên xwe yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin bi bilinkirina têkoşînê, hilînin. Emê bê navber têkoşîna xwe bidomînin.

Komkujiyên ku li ser Êzidiyan hatin kirin ji bîra me naçe. Komkujiya ku li bajaroka Herdan pêk hat ne kêmî komkujiya Koço bû.  Heta niha hestiyên zarok, jin û xortên Ezidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, nediyarin.

 Em bang li saziyên mafên mirovan hemuyan dikin da ku li hestiyên zarok, jin û xortên me xwedî derkevin.”    

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî, şehîd namirin û bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.

(xb)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist