کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Şemî, Rêbendan 28, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Wê Konferansa Jinê ya Navneteweyî li Berlînê were lidarxistin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
03/10/2022 - 9:35:35 am
in JIN
0 0
A A
Wê Konferansa Jinê ya Navneteweyî li Berlînê were lidarxistin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Wê Konferansa Jinê ya Navnetewî di 5-6’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê’ li Berlînê were lidarxistin.

Tevna Jin Paşerojê Dihûnin, ku di serî de Tevgera Jinê ya Kurd rêxistinên jinan ên li çar aliyên cîhanê li hev kom dike, bi beşdariya bi sedan delegeyên ji her parzemînê Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2’emîn lidar dixe.

Konferans wê li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê (Technische Universität Berlin) ya li paytexta Elmanya Berlînê di 5-6’ê Mijdarê de were lidarxistin.

Dirûşma konferansê jî wiha ye: “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê.”

Konferansa destpêkê bi naveroka “Şoreşa di asta avabûnê de” di 6-7’ê Cotmeha 2018’an de li Frankfurtê pêk hatibû.

Tê payin ku konferansa duyemîn bi beşdariya 600 delegeyî were lidarxistin.

Organîzasyona Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2’emîn li ser naverok û beşdarên konferansê daxuyaniyek da.

5 rûniştin

Li gorî vê yekê, di konferansê de ya ku wê du rojan dewam bike ji Emerîka Başûr, Asya, Efrîka û Ewropayê qiseker wê hebin. Sernavên sereke yên konferansê wiha ne:

Konferans wê ji 5 rûniştinên bingehîn pêk were:

* Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û parçekirina zirxê destnedanê yê serweriya mêr û dewletê

* Atolye

* Avabûn – Jiyana ku tê xwestin ne bi mûcîzeyê lê bi şoreşê dibe

* Vîzyona me -Azadkirina Jiyanê

* Peydakirina rêya xwe

Di rûniştina destpêkê de ya bi sernavê “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û parçekirina zirxê destnedanê yê serweriya mêr û dewletê” wê mijarên; danheviya hêzê ya netewe dewletan û şer, dagirkerî, ekoqirin û şewba ji ber vê yekê bêne nirxandin.

Di karê atolyeyê de jî wê polîtîkayên tevlîbkirina tevgerên jinê ya li nava sîstemê û rêyên rizgariyê bêne nîqaşkirin.

Di rûniştina sêyemîn de ya bi sernavê “Avabûn – Jiyana ku tê xwestin ne bi mûcîzeyê lê bi şoreşê dibe” wê li ser bingeha “Sosyolojiya Azadiyê û Jineolojiyê” rê û rêbazên rizgariya jinê ya ji olperestî, neteweperestî û çînîtiya ji ber mejiyê baviksalar bê analîzkirin.

Di rûniştina çaremîn de a bi sernavê “Vîzyona me – Avakirina jiyana azad” wê ji pirsên jiyaneke çawa, çi divê bê kirin, ji ku divê bê destpêkirin, bersiv bên peydakirin.

Di rûniştina 5’emîn û ya dawî de ku wê bi sernavê “Peydakirina rêya xwe” bê lidarxistin wê ji bo pirsên “Jin, jiyan, azadî – rêxistiniyeke jinê ya di ser neteweyan re? Pêşniyara jinan a ji bo Konfederalîzma Cîhanê ya Demokratîk çi ye?” bersiv bêne peydakirin.

Bernameya festîvalê ji vê lînkê dikare bi temamî bê peydakirin: https://womenweavingfuture.org/programm-2022

Qisekerên konferansê

Çend ji qisekerên konferansê wiha ne:

– Jovita Montes, Ji Tifaqa Jinê ya Navneteweyî ya IWA (Fîlîpîn)

– Aktîvîstên ji tevgera jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê

– Ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Nîlufer Koç

– Lolita Chavez, Feministas Abya Yala (Guatemala)

– Aktîvîstên rêxistina jinê ya RAWA (Efganistan)

– Kavita Krishnan (Femînîst, Komeleya Jinan a Pêşverû ya Tevahiya Hindistanê-Hindistan)

– Ariel Salleh, sosyolog û eko-femînîst (Awûstralya)

– Elîf Kaya (Navenda Jineolojiyê ya Ewropayê)

– Genevieve, Aaktîvîsta aştiyê, femînîst û xêrxwaz (DYE, Îtalya)

– Anjila Al Maamari, (Navenda Lêkolînên Stratejîk û Piştgiriya ji bo Jin û Zarokan, Yemen)

– Denîz Abûkan, aktîvîsta Tevgera Jinê ya Azad – TJA (Kurdistan, Tirkiye)

– Nimat Kuku, (Nûnera Tevgera Jinê ya Sûdanê, Sûdan)

– Dilar Dîrîk, sosyologa siyasetê û nivîskar

– Îrem Gerkûş, Jin bi hev re xurt e (Women’s Alliance Tirkiye)

– Marta Dillon, (Tevgera Ni Una Menos, Arjantîn)

– Jade Daniels, Tevgera Jinên Reş a Sîstema Xweparastinê ya Bajarî ya Ra Life (DYE)

– Nûnera Şengalê (Şengal, Kurdistan)

– Asya Abdullah, Hevseroka PYD’ê (Rojava, Kurdistan)

– Vilma Almendra (Pueblos en Camino, Kolombiya)

Werger

Ji bo beşdarên konferansê wê pirsgirêka ziman nebe. Bi 8 zimanan wê sîmultane werger bê kirin. Bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Elmanî, Tirkî, Erebî, Îtalî, Spanî û Fransî.

Aktivîteyên hunerî

Di konferansê de her wiha wê bernameyên hunerî û muzîkê jî hebin. Konser, pêşandana erbaneyê, şahî û pêşangeh wê hebin.

Prosedura beşdariyê

Ji bo beşdariyê, ji îro ve heta 10’ê Cotmehê serlêdan dikare bê kirin. Forma qeydkirinê jî ji vê lînkê dikare bê dagirtin https://womenweavingfuture.org/registration

Ya jî nav, rêxistiniya li nav dixebite û cihê jê bê, ji navnîşana [email protected] re weke e-mail dikare bê şandin.

Agahiyên berfireh li ser konferansê jî ji vê navnîşanê dikare bê peydakirin. [email protected]

Mijar li ser konferansê ji van hesabên medya dîjîtal jî dikare bê şopandin. Womenweavingfuture (@Womenweaving2)

Adresa cihê konferansê wiha ye:

Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê

Straße des 17. Haziran 135

10623 Berlin

Nûçeya berê

Cenazeyê Gulsin Ayaz li Mexmûrê spartin axê

Nûçeya pişt re

Jinên Mexmûrê: Em piştevanê jinên Rojhilat in

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Lîstikvana sînemayê Haniye Tavaslî Festîvala Fîlman a li Tahranê boykot kir

Lîstikvana sînemayê Haniye Tavaslî Festîvala Fîlman a li Tahranê boykot kir

Rêbendan 27, 2023
‘Ji ber zihniyeta zilamsalarî, hebûna jinan ya di nava partiyan de şeklî ye’

‘Ji ber zihniyeta zilamsalarî, hebûna jinan ya di nava partiyan de şeklî ye’

Rêbendan 26, 2023

Cihê jinan a di nava serkirdayetî û rêveberiyê de

‘Beşek medyayê gelek caran dibe sedema şîdeta beramberî jinan’

Li Îranê 2 rojnamevanên din hatin girtin

Tevî zehmetiyên jiyanê, 44 salan di warê tendirustî de xizmet kiriye

Nûçeya pişt re
Jinên Mexmûrê: Em piştevanê jinên Rojhilat in

Jinên Mexmûrê: Em piştevanê jinên Rojhilat in

Yên Li Pêş

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî hate binçavkirin-Hate Nûkirin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka...

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Li Silêmaniyê semînerek li ser dagirkerî û guhertinên li herêmê de hate dayîn

Rêbendan 27, 2023

Li bajarê Silêmaniyê semînerek bi navnîşana ‘Kurd li hemberî guhertinên Rojhilata Navîn û dagirkeriya herêmê’ hate dayîn. Di semînerê de...

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

‘Em kesên xayîn ji Êzidiyan hesab nakin’

Rêbendan 27, 2023

Civaka Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê nişan dide û li dijî xeta xiyanetê ev peyam...

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li dozgeriyê hate dayîn

Ciwanên Êzidî: Emê têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin

Rêbendan 27, 2023

Ciwanên Êzidî ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi hêrs in diyar kirin ku ji bo moral û...

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 48’an de didome

Rêbendan 27, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd...

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Dijî binçavkirina hevserokê Tevgera Azadî wê çalakiyek were lidarxistin

Rêbendan 27, 2023

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula bê ku sedemek were nîşandan, li Ranyayê hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan. Dijî binçavkirinê...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist