Wê sibe 8’ê Adarê bi şahiyekê were pîrozkirin

Pênçşem, 5 Mar 2020 – 13:57  NAVENDA NÛÇEYAN

Wê sibe 8’ê Adarê bi şahiyekê were pîrozkirin

Wê sibe li Sengeserê bi dirûşmeya,’Têkoşîna Jinan hebûn, berxwedan û azadiye’ 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şahiyek bi heybet were pîrozkirin.


Li gundê Derwekotir ê bajaroka Sengeser a ser bi îdareya Raperîn, wê sibe bi dirûşmeya,’Têkoşîna Jinan hebûn, berxwedan û azadiye’ 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şahiyek bi heybet were pîrozkirin. Şahî ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve tê organîzekirin. Wê şahî di saet 13.00’an de destpê bike.

Hunermend Denîz Deman, Rojgar Ebdullah, Kom Muzikê ya Destîna Qendîl, Koma Zarokan a Şehîd Solîn û Koma Şeheîdn Solîn beşdarî şahiyê bibin.

Komîtiya Çalakiyên Pîrozbahiyên 8’ê Adare bang li gel û jinên Başûrê Kurdistanê kir ku tevlî pîrozbahiyê bibin û li dijî şîdet û destdirêjiya  li hemberî jinan têkirin bibin xwedî helwest.

(ab)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist