Welatî li ser zêdebûna şideta dijî jinê çi dibêjin?

Welatî diyar dikin ku divê jin ji bo bi dawîkirina şidetê û bidest xistina mafên xwe rêxistin bikin û gotin ku bi dawîkirina şideta dijî jinan erka sereke ya hikûmet û rêxistinan e.


Roj bi roj kuştin û xwekuştina jinan zêde dibe. Li gor rapora RojNews amade kiriye, di nava 6 mehnên 2018’an de 204 jin yan hatine kuştin yan xwe kuştine. Nêzî 3 hezar û 470 jinan jî ji ber şîdeta zêde serî li saziyên peywendîdar dane. Li ser sedema zêdebûna şidesta dijî jinan welatiyan ji RojNews re nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiya bi nave Zagros Mehmud diyar kir ku nabe mirov mafê kesekê jê bistîne û got: “Nabe jin çave wê li destê zilam be. Jin ne koleya zilam û civakê ye. Dive ev yek baş bê zanîn. Bêdeng mayîn û xwe kêmdîtin yek ji sedemê zêdebûna şîdetêye.”

Zagros rexne li saziyên parastina mafê jinan kir û wiha got: “Li gori fikra min ew ne rêxistinin. Ji ber ku dema jinek diçe li gel wan garantiya parastina nade wê jinê. Ew kesên ku di wan saziyan de jî kar diken muce xwerîn. Kar dikin ji bo ku di demê pêşde bibin endamê parlamantoyê.”

Hewkar hîwa  diyar kir ku yek ji sedemê zêdebûna şîdeta li hember jinan  nezanabûna civak û nebûna xwendinek rêkupêke û wiha jî got: “Di destpêka jiyanê de dema zarok diçin dibistanan nayê fêrkirin ka jin çiqas pîroze.”

Hewkar diyar kir ku pêwîste ev rêxistinên parastina mafê jinana bikin hîn baldartir tevbigerin û wiha got: “Despêkê divê civakê perwerde kin û hişyar kin bi rêya pêgehên ragihandinê. Her wiha pêwîste yek bi yek li deriyê malan bidin û zilaman agahdar bikin û jin jî xwedî li mafê xwe derbike û li gorî wê tevbigere.”

Hewkar got: “Li gorî fikrê min ez vî erkî weke erkê hikûmetê dibînim. Cezayê herî giran li wan kesan bibin ku şîdetê li ser jina dike.”

Dana Ehmed weke sedemek din jî balkişan li ser xelet fêmkirin olê Îslamê û got: “Zelam li gorî berjewendiyê xwe ol bikar tine  û ev yek ji şîdetê bi xwe re pêşdixwe. Hêdî hêdî têgihiştina civakê li beramber mafê jinê berfireh dibe. Pêwîste her kes xwe berpirsay bibîne û kar li ser vê yeke bike.”

Hêjayî gotinêye beşek ji jinan gelek gazindan wan zêdeye. Lê nikarin li beramber kamerayê li ser rewşa heyî hastên xwe bînen ziman ku ditirsê malbata wan li dijî wan derbikeve û dibêjin ku derketina wan a li pêşberî kamerayê zêdebûna şîdetêye.

Her wiha beşek din ê jinan jî naxwazin bi tu awayî pirsgirêkên xwe bînin ziman û diyar dikin ku axwaftina li ser mijara şîdetê ‚bê wate û tiştekê nade guhertin‘ dibînin.

(ep/rn)