‘Weqfa Jinên Êzidî’ hate vekirin

Weqfa Jinên Êzidî ya bi navê, “Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî” ku li Bexdayê fermiyet girtiye, damezrandina xwe ragihand û konferansa xwe ya yekemîn a damezrandinê li Şengalê lidar xist. Di konferansê de rêveberiyeke ji 15 kesan hate hilbijartin.


Weqfa Jinên Êzidî ya bi navê “Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî” 15’ê Nîsana 2019’an li paytexta Iraqê Bexdayê hate vekirin. Ji bo karên fermiyetê û vekirina Waqfê xebateke berfireh dihate meşandin. Weqfa Jinên Êzidî ji bo diyarkirina rêveberiya xwe, bername û kar û çalakiyên xwe duh li qada Laleş a bajarê Şengalê yekemîn Konferansa xwe ya damezrandinê lidar xist.

Konferansa damezrandinê saetek ajot û nûnerên jin yên saziyên Şengalê beşdar bûn. Di konferansê de li ser rewşa jinên Êzidî, jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne û yên hîn aqûbeta wan ne diyare, her wiha rewşa zarokên Êzidî raporek hate pêşkêşkirin û di raporê de hem xebatên ji bo jinên Êzidî hatine kirin û hem rewşa dawî ya jinan li Şengalê û derveyî Şengalê hate nirxandin. Li ser fermanê û rewşa jinan sînevîzyonek jî hate temaşe kirin.

Weqfa Jinên Êzidî wê li Şengalê, Iraq, Bakur-Rojhilatê Sûriyê û derveyî welat jî xebatên xwe bimeşîne. Her çend bi navê Weqfa Jinên Êzidî jî be wê ji bo hemû jinên ji pêkhateyên cûda yên Iraqê jî bixebite û destê alîkariyê dirêj bike. 

Di konferansê de meclîseke ji 15’ê kesan pêk tê, hate hilbijartin. Di nava meclîsê de jî 5 kes hatiye diyarkirin, ji bo di asta yekemîn de xebatê birêve bibin.

Wê encamnameya Konferansa Weqfa Jinên Êzidî di rojên pêş de were eşkerekirin. Di encamnameyê de wê armanc, bername û plan û projeyên Weqfa Jinên Êzidî ya navenda wê li Bexdayêye bi berfirehî were dayîn.

(bz)