Wezareta Ewqafê li baramberê heqareta bi navê ol li jinan tê kirin bêdenge

În, 31 Jan 2020 – 07:50  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Wezareta Ewqafê li baramberê heqareta bi navê ol li jinan tê kirin bêdenge

Li Herêma Kurdistanê hin mela bi navê Îslamê heqaretê li jinan dikin û li hemberê van heqaretan jî jin û rêxistinên jinan nerazîbûnek mezin nîşan didin. Têkildarê mijarê Mela Nadir Elî da diyarkirin di ola Îslamê de ti zimanek wisan ku heqaretê li jinan bike nine û nayê qebûl kirin. Wezareta Ewqafê ya ji bo Karûbarên Olî jî di beramberî van daxuyanî û heqaretan de bêdenge û diyar dikin ti peywendiya wan pêre tineye.


https://youtu.be/k9dZ8r14cgo”>

Li Herêma Kurdistanê hinek mela di xutbeyên xwe yên li mizgeftan û bi rêya torên civakê heqaretê li jinan dikin. Hinek car jî bi rêya fetwayên ji aliyê Encûmena Bilind a Fetwayan ve heqaret li jinan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin.

Li dijî van heqaret û bêmafiyan gelek caran parêzerên mafên jinan û rêxistinên jinan çalakiyên cûr bi cûr dikin û hinek car jî gilî li ser van melayan tomar dikin.

Hin ji van heqaretên ku melayan li dijî jinan kirin û bû cihê nerazîbûnên mezin, xeberdan û bi karanînan gotinên nebaş ji bo hunermend Mariya Hewramî û xeberdana zilamên ku ‘rê didin hevjîn, dayîk yan jî keça wî bê kefî ji malê derdikevin’ ji aliyê Mela Helo Hewramî ve hate kirin. Her wiha Mela Mezher Xoresanî jinên Kurd şiband ‘dînazor’ an. Li aliyê din jî Encûmena Bilind a Fetwayan a Herêma Kurdistanê fetwayek derxist ku li gora fetwayê ‘Divê jin bi tenê li taksiyê siwar nebin.’

Van fetwa û gotarên melayan civakê xist du beş, beşek jê piştgiriya melayan kirin û beşek jê piştgiriya jinên nerazîbûn nîşanê van daxuyaniyên melayan dikirin dan.

Têkildarê heqaretên li jinan tê kirin, Rojnamevan Hewraz Mihemed da diyarkirin divê hikûmet, dadgeh û aliyên peywendîdar rê nedin ev heqaret li jinan were kirin. Hewraz Mihemed da zanîn ev heqaret gihiştine astek metirsîdar û heqareteke li dijî civakê.

Her wiha Hewraz Mihemed got; “Divê jin li beramberê van heqaretan bêdeng nemînin û dijbertiyek xurt nîşan bidin.”

Li ser van heqaretan mela jî bûne du beş, hin mela diyardikin, bi ti rengek di ola Îslamê de heqaret li jinan kirin nayê qebûlkirin. Her wiha dibêjin tefsîra xelet ji Quran û gotinên Pêxember Mihemed re dikin.

Xudbebêjê Mizgefta Reşîd a Silêmaniyê Mela Nadir Elî li ser vê mijarê got; “Ger em li rastiya Quranê û gotinên pêximber binêrin, tiştên ku niha têne kirin ti rastiya wê nine. Di zimanê Îslamê de ev zimanê nexweş û heqaretkirinê nine.”

Mela Nadir Elî da zanîn ku di pişt van heqaretan de fikra Îslama siyasî heye û wiha domand; “Hinek kes hatine bi navê ol gelê me perwerde dikin. Şerê ku DAIŞ’ê nekarî biserxe, ew bi şêweyek hîn tundrewtir hewildidin bikin.”

Her wiha Mela Nadir da diyarkirin divê kesên ku ji bo saziyên olî tên tayînkirin baş diber çavan re werin derbaskirin. Mela Nadir got, “Divê kesên xwedî bawernama zanistî û akademî dest bidin karê olî, divê ne kesên cûda û ne hêja karê olî bikin.”

Li gora biryarek ya Wezareta Ewqafê, wezaret ji tevayê xutbebêjên Herêma Kurdistanê re mijarek diyar dike ku xutbe li ser wê mijarê bidin. Hinek car Wezareta Ewqaf bi behaneya ku mela girêdayê biryara wezaretê nemane, mela ji kar digre. Lê ji bo mijara heqareta li jinan tê kirn Wezareta Ewqaf bêdengiyê hilbijartiye û dibêje desthilata wan nine lêpirsînê diderbarê van melayan de bide destpêkirin.

Têkildarê mijarê Berdevkê Wezareta Ewqaf ya ji bo Karûbarên Olî Nebez Îsmaîl, ji Rojnews’ê re axivî û got; “Ev ne mijarek girêdayê Wezareta Ewqafê ye. Ev kes li dervey mizgeftan van gotinan dikin. Tenê dema ev kes li mizgeftan yan jî cihên olî de van gotinan bikin dikarîn lêpirsînê bi wan re bikin. Ji bona wê dadgeh dikare li ser giliyê welatiyan û çalakvanan lêpirsîn bi van kesan re bike.”

Ji beriya niha 30 rêxistin û aktivîstên jin ji ber heqareta li jinan tê kirin, li Dadgeha Hewlêrê li dijî Mela Mezher Xoresanî gilî tomar kiribûn. Roja 27’ê Çile jî doza Mela Mezher hebû û doz taloqê roja 6’ê Sibatê hate kirin.

Ya balkêş ew bû hejmarek zêde ya mela, pêşmerge, kesên hizbî, parêzer û heya hin jin jî ji bo piştgiriya Mela Mezher li ber avahiya dadgehê kombibûn. Kesên ji bo piştgiriya Mezher çûbûn ber dadgehê dirûşmeya ‘Tekbîr, Alahu Ekber’ di avêtin. Her wiha li cem gelek welatiyan jî ev nêrîn peyda bûne û dibêjin ev senaryoyek ya desthilatê ye. Welatî dibêjin desthilat dixwaze bi van mijaran yasaya reformê ji rojeva gel derxe. Hinek jî dibêjin desthilat dixwaze van kesan li ber çavê gel wek qehreman nîşan de û bêje vaye gelek kes piştgiriya van kesan dikin. ji bo di hilbijartinan de ji xwe re wek namzet nîşan bidin.
Kesên ku xwediyê van nêrînanin, dipirsin dibêjin, dema ku Mela Huşyar Îsmaîl li Hewlêrê hat qetilkirin û rihê mela Nadir Kanî Kurdeyî li mizgeftek ya Hewlêrê hat şewitandin ev kes li kuderê bûn? Çima dernektin ser cadeyan û nerazîbûn nîşan nedan?

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist