Her çiqas li Herêma Kurdistanê yasayek heye ku têde pirjinî gelek sinordar kiriye, lê vê yasayê nekariye pêşî li diyardeya pirjiniyê bigre. Zilamên li Herêma Kurdistanê dema dixwazin cara duwem bi zewicin diçin li dadgehên Iraqê karûbarên xwe pêktînin, bêy ku qet lêpirsînek di gel de werin kirin. Ji berku li gor yasaya Iraqê wek tiştek normal tê dîtin.
Mijara pirjiniyê yek ji mijarane ku bi berdewam di nava civak û hevjînan de dibe sedema niqaş û nakokiyan. Behaneya zilam ya ji bo pirjiniyê jî ewe ku dibêjin di Îslam û Şerîetê de rê daye ku zilam heta çar jinan bîne.
Lê li gor daxuyaniya dawî ya Şêxê Ezherda Dixtor Ehmed Elteyîb ya di debarê pirjiniyê de, dibêje; “Zilam jinek tenê bîne bese, yên dibêjin di Îslamê de pirjinî heye, xeletin. Piraniya caran mijareke ku zilme li jin, zarok heta li xwe dike ye. Pirjinî yek ji wan mijarane ku ji rastiya Qurana pîroz û suneta pêximber hatiye dûrxistin. Musulman ne azadin ku jin bi ser jina yekem de bîne. Destur heye, lê bi hin şert û mercan. Desturdan bi hin sedeman heye. Lê ger sedem neman destura wê yekê jî namîne.”
Pirsyar ewe ku ev pirjinî çawan û li kijan dadgehê tê kirin, çima bi sererastkirinên parlementoya Herêma Kurdistanê nikare pêşî lê bigre?
Yasaya barê kesî û mercên ji bo pirjiniyê
Di mijara girêbesta hevsergirî û daxwaza erêkirina hevsergiriya derve de, dadgeha ser bi encûmena dadwerî ya Herêmê kar bi yasaya barê kesayetî ya Iraqê dike. Ev yasaya hejmar 15 a sala 2008’an li Parlementoya Herêma Kurdistanê hatiye sererastkirin. Bi rêjeyek zêde anîna jina duwem qedexekiriye. Ji bo anîna jina duwem bi hin merc û sedemên gelek giran rê pê tê dayîn.
Li gor yasaya hatî sererastkirin a parlementoya Herêma Kurdistanê, Mafê tu zilamekî nine ji jinek zêdetir bîne. Bi mercê ku jina yekem nexweş be yan jî zarokên wê çênebin. Ger rewşa zilam di warê aborî de baş be, soz bide ku di navbera her du jinan de dadperwerbe. Di ser hemûyê re jî divê jina yekem bi anîna jina duwem a hevjînê xwe razîbe. Ji bona wê ger sedem jî hebin, lê hevjîna yekem nerazîbe, zilam nikare jina duwem bîne.
Lê ger kesek li dervey dadgehê jina duwem an zêdetir anî û girêbesta derve pêkanî, dîsan jî nikare li dadgehên Herêma Kurdistanê daxwaza erêkirina vê girêbesta li derve kirî, bike. Ji ber ku li gor yasayê mehrkirina dervey dadgehê suce, di dema şandina wî zilam û jinê ya ji bo dadgeha lêkolînê de cezayê wan li gor benda pêncem a madeya 7, sizayê pere lê tê birîn ku ew jî ji milyonek dînar ne kêmtir û ji sê milyon dînar jî ne zêdetir be. Her wiha cezayê girtîgehê jî lê tê birîn ku ji sê salan kêmtir nebe û ji pênc salan jî zêdetir nebe.
Li vir pirs eve, ev rêjeya zêde ya pirjiniyê çawan û li kijan dadgehê tê kirin, çima bi sererastkirinên parlementoya Herêma Kurdistanê nikare pêşî lê bigre?
Ji ber kêmûkurtiyên ne zelal ên di sererastkirina yasaya barê kesî li Herêma Kurdistanê de hene, nekariye pêşî li diyardeya pirjiniyê were girtin. Her ku diçe diyardeya pirjiniyê zêdetir dibe. Zilamên li Herêma Kurdistanê dema dixwazin jina duwem yan zêdetir bînin, serî li dadgehên dervey Herêma Kurdistanê didin. Ji berku li gor desturê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê wek hemwelatiyên Iraqê tên hesibandin. Yanî yasaya barê kesî ya Iraqê bi ser welatiyên Herêma Kurdistanê de jî tê bicihanîn.
Li gor benda sêyem a yasaya barê kesî ya Iraqê, ji bo anîna jina duwem tenê pêwîstî bi razîbûna dadwer û du mercan heye, ewjî evin;
– Ger rewşa aborî baş be û bikare ji jinek zêdetir jinek din xwedî bike.
– Berjewendiyek rewa hebe.
Heta di benda pêncem a madeya 40’an a yasaya barê kesî ya Iraqê de, mafê tomarkirina gilî a jina yekem li ser anîna jina duwem hatiye qedexekirin. Ger li dervey dadgehê jî hevsergiriya duwem pêkanîbe.
Li gor lêkolînan, ji piştî sala 2003’an ve rêjeya pirjiniyê zêde bûye, sedem jî wek çênebûna zarokên hevjîna yekem yan nexweşiyek demdirêj a hevjîna yekem tên nîşandan. Yek ji sedemên din jî başbûna rewşa aborî tê diyarkirin.
Roja 29’ê Gulana 2022’an Encûmena Dadwerî ya Bilind a Iraqê ragihand, di nava sê mehan de li Iraqê 1892 girêbestên hevjiniya duwem hatine tomarkirin. Piraniya wan jî li parêzgeha Ninowa bûne.
Ev rêje wê yekê nîşan dide ku yasaya pêşîlêgirtina pirjiniyê ya Herêma Kurdistanê nekariye diyardeyê kêm bike. Sedema wê jî ji ber kêmaniyên di yasa û desturê de hene ye.
(kş)