Yekem dîdara navneteweyî ya Edîle Xanim hate lidarxistin

Bi şîara 'Edîle Xanim pêşeng û sembola jina Kurd e' li Helebce yekem dîdara navneteweyî ya Edîle Xanim hate lidarxistin.


Îro salvegera wefata Edîle Xanim a ku  yek ji jinên navdar ên Kurde ku di sedsala borî de jiyan kiriye. Wê demekî di rêvebirina karûbarên siyasî û civakî yên Eşîra Caf li Helebce de cihê xwe girtiye. Herwiha yek ji jinên Kurde ku di dîrokê de piştras kiriye ku jin dikarin rolên bi bandor bilîzin.

Bi vê boneyê li parêzgeha Helebce îro bi şîara 'Edîle Xanim pêşeng û sembola jina Kurd e' yekem dîdara navneteweyî ya Edîle Xanim li Hola Bîrdariya Helebce hate lidarxistin.

Dîdarê bi axaftina Organîzegorê Giştî yê Dîdarê Sîrwan Celal destpê kir. Piştre jî peyama Navenda Hevbeş a Lor ji aliyê Cebar Yawer ve hate pêşkêş kirin.

Piştre ji aliyê Şehîn Sabîr ve çend parçe helbestên Tahîr Beg û Ehmed Muxtar Begê Caf ku herdu zarokên Edîle Xanim bûn hatin xwendin.

Piştre li ser kesayetiya Edliye Xanim mamostayên zanîngehê, Dr. Hesen Caf, Adil Sedîq û Sozan Mistefa guftûgo kirin û gotin; "Divê Edliye Xanim weke jinek rêveber û mînak di nava civaka Kurd de were dîtin. Ji ber ku di dema xwe de jinek pêşeng bû. Karî hebûna xwe ya diwarê siyasî û bandoriyê  îspat bike."

Herwiha jiyannameya Edliye Xanim bi kurtî hate xwendin û sînevîzyonek li ser jiyana wê hate pêşandan.

Edliye Xanim jinekî pêşeng a Kurd e ku niha peykerê wê di nava baxê giştî yê Helebce de hatiye çêkirin.

(ab)