Zanîngeha Silêmanî sedemên şîdeta li dijî jinê gotûbêj kir

Li kolêja qanûn a zanîngeha Silêmanî li ser sedemên şîdeta li dijî jinê komxebateke 2 rojî birêve çû. Gelek mamosteyên zanko û yên pisporên qanûn jî beşdarî komxebatê bûn.


Di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî şîdeta Li ser jinê li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Silêmanî komxebateke 2 rojî pêkhat. Komxebat li ser sedemên şîdeta li ser jinê û rêyên wê yên têkoşînê bû. Di çarçoveya komxebatê de gelek panel û semîner hatin dayîn.

Li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Silêmanî, komxwebata ku du rojbûn ji aliyê Navenda Lêkolînên Yasayî û Siyasî ve hatibû amadekirin bi dawî bû. Gelek mamosteyên zanko yên weke mamostayên Kolêja Yasa, Kolêja Zanistên Mirovî, Kolêja Perwerda seretayî jî beşdar bûn.

Di roja dûyem ya komxebatê de çend panel hatin pêşkêş kirin. Di paneleke îro hate pêşkêşkirin de mamosteya zanîngehê Dr.Kejal Hisên îşaret bi şîdeta li cihê kar li dijî jinan tê kirin û wiha axivî, “Jin li cihên karde ji aliyê xwediyên kar û mûşteriyan ve rastê şîdetê tên. Şîdet hem di warê fizîkî de hem jî di warê derûnî de li ser bedena jin çêdibe. Divê kesên ku li cihên kar destdirêjiyê li jin bikin werin ceza kirin.”

Di beşekî din ya panêlê de Mamosteya Zanîngehê Dr.Telar Elî axivî û balkişand ser giringiya darayî ya serbixwe ji bo jinan û nebûna bûdçeyeke wekhev ji bo herdu cinsan û got,”Di dema berê de jî di warê dayîna bûdceyek ji bo jin de cihêkarî hebû, di vê dema sermayedarî de jî bi heman awayî cihêkarî heye.”

Di panêlê de Mamosteyeke din a Zanîngehê Dr. Henaw Hisên jî li ser mijara zewaca di temeneke biçûk de û diyar kir ku salane li cîhanê 25 hezar kes di temeke biçûk de tên zewicandin.

 Her wiha Dr. Henaw Hisên diyar kir ku kesên ku di temek biçûk de tên zewicandin ji xwendinê bêpar dimînin, pirgirêkên tendûristî ji bo wan çêdibe û derûniya jin û mêrên ku biçûk tên zewicandin xirap dibe. Ev jî dibe sedem ku rêjeya ne xwendewariyê li di nava civakê de zêde bibe. Civakek ne xwendewar jî pêşî li civakek ne tendûrist û hejar vedike.

Di dawiya panêlê de Mamostayê Zanîngehê Dr. Umer Elî jî behsa destdirêjiya li dijî jinan tê kirin axivî û got, “Divê di dibistanan de mijara destdirêjiyê were destgirtin û hiyariyên pêwîst werin kirin. Divê ragihandin jî di mijara têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re erka xwe pêk bîne.”

 (şk)