Zarokek keç di dema sinetkirinê de mir

În, 31 Jan 2020 – 16:26  NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Zarokek keç di dema sinetkirinê de mir

Zarokek keç li Misrê di dema sinnetkirinê de ji ber şoq derbas kir, mir. Dadgeha Misrê fermana girtina bijîşk û bavê zaroka ku jiyana xwe ji dest daye da.


Li gorî ajansên Erebî ku îro belavkirine, li parêzgeha Esîwetî ya Misrê, zarokek keç (14) di dema sinetkirinê de jiyana xwe ji dest da.

Navê zaroka jiyana xwe ji dest daye Nida ye û nişteciha gundê Hewakte ye. Nida ji aliyê bijîşkek Jinekolog ve li nexweşxaneyê tê sinetkirin. Di dema sinetkirinê de zarok ji ber şoq derbas dike, dimire.

Piştî mirina Nida şêniyên gund nerazîbûn nîşandan û li gel Rêxistina parastina zarokan gilî kirin. Piştî dadgeha Misrê rapora bijîşk a derbarê mijarê de girt, fermana girtina bav û ew bijîşkê Nida sinetkiriye da.

Seroka Encûmena Niştîmanî ya Jinên Misrî Dr. Maya Mûrsî ji ber mirina Nida daxwaza cezayê herî giran ji bo kesên tawanbar kir.

Sinetkirina zarokên keç di van salên dawiyê de di qanûnên Misrê de hatiye qedexekirin û ji bo kesên ku van tawanan dikin, jî ceza tê dayîn. Lê tevî vê yekê jî heya niha zarokên keç tên sinetkirin.

Her wiha sinetkirina zarokên keç hîn jî li gelek welatên Îslamî heye. Li hinek herêmên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî zarokên keç heya jî niha tên sinetkirin.

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist