کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
În, Rêşemî 3, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Zehra Dogan: Emê kolektîva hunermendên jin ‘Jin Art’ ava bikin

  ROJNEWS- BOTAN GERMIYANÎ
19/01/2021 - 8:46:55 am
in JIN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Şêwekar Zehra Dogan ku ji ber ceza û qedexeyên dewleta Tirk koçê Ewropa kiribû û niha li Başûrê Kurdistanê ye,  diyar kir ku bêhna wê li Ewropa diçikiya û got: “Hunera xwe ji koka xwe digirim, koka min li ku derê be ez li wir xwe azadtir hîs dikim û bihêz dibînim.” Zehra Dogan da zanîn ewê di çarçoveya fikra Jineolojî de kolektîveke hunermendên jin ên Kurd ava bikin û navê wê bikin, “Jin Art”.

Şêwekar û rojnamevan Zehra Dogan a ji navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kuridstanê, di sala 1989’an de li navçeya Bismil a bajarê Amedê ji dayîk bûye. Di nava malbateke kedkar û welatparêz de mezin bûye. Bi gotina wê, di zarokatiyê de eleqeya wê ji şêwekariyê re hebû, lê bi ketina nava xebatên rojnamevaniyê re hunera wê polîtîk bûye û ber bi rexnegiriyeke radîkal a sîstemê ve çûye. Ji ber vê jî wê demê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin, piştî serbest hatiye berdan neçar maye ku derkeve derveyî welat.

Bi gotina wê, li Ewropayê bêhnteng bûye, hîs kiriye ku ji koka xwe qut dibe, lewre vê carê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Zehra Dogan ku niha li Başûr hunera xwe pêk tîne, derbarê xebatên xwe, huner, çewtiyên di qada hunerê de û alternatîfa ku divê pêş bikeve û projeyên xwe yên nû de ji ajansa me re axivî.

Zehra Dogan li gel xwendina xwe ya zanîngehê, di sala 2012’an de li Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) de dest bi rojnamevaniyê kiriye. Di pêvajoya serhildanên xwerêveberiyê yên Nisêbînê de gelek wêne kişandine û nivîs nivîsandine. ji ber van wêne û nivîsên ku sala 2016’an di JİNHA de hatin weşandin, hatiye girtin û 3 salan di girtîgehê de maye.

Dogan ku di zarokatiyê de eleqeya wê ji şêwekariyê re hebûye, di dema rojnamevaniyê de xeta xwe ya hunerî jî diyar kiriye.  Dogan dibêje: “Li kolana Baglar a Amedê zêde derfet û zemîna şêwekariyê nebû, lê hezkirina min hebû û min wêne xîz dikirin. Min beşa hunerê ya zanîngehê xwend, dema xwendekar bûm, ji bo JINHA’yê jî kar dikir. Di warê polîtîkkirina hunera xwe de û karkirina li ser mijarên jinê de min li JINHA’yê destpê kir. Dema min weke rojnamevan berxwedana Nisêbînê dişopand, lêhûrbûna min çêbû, stîla min û xeta min a hunerî jî zelal bû.”

‘Hunera min hunereke polîtîk û protest e’

Zehra Dogan bal kişand ku ew şêwazê hunera protest ango rexnegir bikar tîne û sedema hilbijartina vê şêwazê wiha vedibêje, “Eger tu li Rojhilata Navîn, li welatekî ku berxwedan û bindestî lê hebe bijî, eger weke jinek di nava berxwedanek de mezin bî, wê demê hunera ku tu bikî, dibe hunereke protest. Ez bi vî şêwazê hunerê ji bo ku bigihijim armanca xwe bikar tînim. Dixwazim li ser hunera protest (rexnegir) rawestim. Naxwazim li ser hunera ku zilam pêş xistiye, weke xetek û qalibek bimeşim. Nikarim xwe di wê de bibînim, dixwazim wan qaliban derbas bikim. Dixwazim bi hunera xwe, yên ku zilm û zordariyê li me dikin û desthilatdaran rexne bikim.”

‘Beşek ji hunermendan xwe di ser civakê re dibînin’

Zehra Dogan bal kişand hunera îro bûye mijara bazarê, ji civakê qût bûye, lewma civak jê fêm nake û van rexneyan dike, “Di gelek pîşeyan û heta rojnamevaniyê de jî qutbûna ji civakê heye. Em behsa etîk û estetîk dikin, lê ev qad jî dîsa di destê zilaman de ye. Pîvanên xweşîkbûnê ew diyar dikin. Dibêjin, ‘jinek wiha zêdetir xweşîktir e’ û whd. Qada hunerê jî her wisa ye. Di dema dewlet-neteweyan de bûye marketîng (bazar). Weke di fanosê de ne, dibêjî qey xweda ji wan re ayetek şandiye û xwe li jor civakê dibînin. Xwe ji civakê bi aqiltir dibînin, zêdetir difikirin, cîhana wan ji civakê cûdaye, ji ber wê, li gorî wan tişta herî baş ew dizanin! Lê jiyan ne wihaye, huner ne wihaye. Ya rastîn ew dixwazin bazara hunerê çêbikin. Bazar niha di destê kî de ye, helbet di destê zilaman û desthilatdaran de ye.”

‘Ez sedî 90 ji pêşengehên niha fêm nakim!’

Zehra Dogan rexne li hunermendên ku hunereke razber û ji civakê qut çêdikin kir û got, “Niha tu nikarî xwe bigihînî hunermendek, an jî berhemên hunermendekî, gelekî bi buha ne. Di qutiyeke spî de ne, tu nikarî bikeviyê û tu weke civak nikarî xwe di navê de bibînî. Dema ez diçim pêşengehan sedî 90 ez jê fêm nakim. Bi vî awayî dixwazin bêjin ku civak ji van karan fêm nake, yanî em (civak) kêm aqilin, lê hunermend gelek bi aqilin û gelek karên baş dikin. Ma hunerek ji nava civakê were çawa dibe ku neyê fêmkirin!? Hunereke ji nava civakê derdikeve çawa nayê fêmkirin? Dixwazin bi vî awayî bi hunerê hikûm li civakê bikin. Lê huner hikûm nake, bi jiyanê û civakê re pêş dikeve.”

‘Xebatên hunerî yên Rojava nimûneyeke başin’

Zehra Dogan li ser berhemên hunerî yên bi pêşketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derketine holê jî nêrînên xwe anîn ziman û ev nirxandin kirin: “Bi dîtina min bingeha hunera protest ango rexnegir li Kurdistanê gelek bihêz e. Niha li Rojavayê Kurdistanê gelek hunermendên baş hene. Komîna Film a Rojava di vê mijarê de nimûneyeke gelek baş e. Ez stranên li wir tên derxistin jî di warê hunerî de gelek baş dibînim, Li wir jiyaneke berxwedêr heye. Hunermend xwe bi wê berxwedanê ava dikin. Li Başûrê Kurdistanê jî gelek hunermendên baş hene ku dikarin behsa wan bikin. Hunera wan li dijî qurbanbûnê, bazarkirinê ye.”

‘Ya raste ewe ku hunermend polîtîk û rexnegirbin’

Şêwekar Zehra Dogan diyar kir ku kesên bi hunerê re eleqeder dibin, divê polîtîk bin û sedema vê jî wekî, “Karên polîtîk protest in, avakirin û arşîv e” rave  kir.

‘Li Ewropayê bêhn li min diçikiya, ez li ser koka xwe azadtirim’

Dogan ku ji neçarî koçî Ewropa kiribû, bibîr xist ku huner li ser koka xwe tê afirandin, lewma nikare li derveyî welat hunerê biafirîne û got, “Nikarim bêjim coxrafyaya Ewropa û mirovên wê xirab bûn. Li Ewropa jî jiyaneke protest heye, gelek kesên li dijî desthilat û dewletê hene. Lê mixabin min jê hez nekir. Ji ber ez bi zorê ji welatê xwe derketim, min ne dixwest derkevim. Eger min bixwesta derkevim, dibe ku min karîba li wir tiştek bikira. Min wisa hîs dikir ku ez ji koka xwe qut dibim û bêhna min diçikiya. Yanî ez hunera xwe ji koka xwe digirim, koka min li kuderê be ez li wir hîn azadtirim, xwe zêdetir serbilind û bihêz dibînim. Ji ber vê ez hatim Başûrê Kurdistanê. Ez xwe bi ziman û çanda xwe hîn bihêztir hîs dikim û xwe têde dibînim.”

‘Ez xwe di Jineolojiyê dibînim’

Zehra Dogan ku niha di bin sîwaneya Jineolojiyê de hewl dide xebatên xwe mezintir bike, peywendiya Jineolojî û hunerê wiha pênase dike, “Ez niha li Başûrê Kurdistanê bi Jineolojiyê re kar dikim. Em dixwazin peywendiyeke bihêz a hunerê û zanistê bihevre çêbikin. Niha zanist û huner ji hev hatine qutkirin, lê di rastiyê de gelek bihev ve girêdayîne. Ez xwe di Jineolojiyê de dibînim, ji bo min weke akademiyeke. Jineolojî hewl dide ew zanista ku ji aliyê aliyê zilam ve ji rê hatiye derxistin, vegerîne ser koka wê û zanista jinê pêş bixe.”

‘Emê li pey goristanên jinên Bêkes biçin’

Zehra Dogan li Başûrê Kurdistanê bi xebateke hunerî rexne li çêkirina goristana jinên bêkes meşan û li ser mijarê wiha axivî: “Huner ne wisaye ku mijarekî carekî çêbikî û paşê destjê berdî. Divê hertim bi şêwazên cûda berdewamî hebe. Weke nimûne xebata min a bi navê “Şîwenî Xak” ku di çarçoveya karê Jineolojî de çêbû, wisa bû. Mînak emê goristana jinên bêkes lêkolîn bikin. Li pey pirsên wekî, ‘Ev jinên li vir bê navnîşan hatine veşartin kîne, çawa û çima hatine qetilkirin?’ biçin. Çima hîn jî li Başûrê Kurdistanê jin dibin navê ‘namûsê’ de têne qetilkirin û kujer bê ceza dimînin? Ev jî dê were lêkolînkirin. Ev mijareke gelekî girîng e. Yanî hunera me di vir de dibe hunereke aktîvîst û berxwedêr. Li pey mijarê dikeve, heya zelal û çareser neke, nasekine.”

‘Emê Jin Art ava bikin’

Zehra Dogan da zanîn ewê di çarçoveya Jineolojiyê de kolektîveke jinên hunermend ên Kurd ava bikin û ji bo vê jî ev agahî parve kirin: “Me weke Jineolojî li Başûr plana salekî daye pêş xwe. Emê bi hunermendên jin ên çar perçeyên Kurdistanê re werin gel hev û kolektîva xwe ava bikin. Em dixwazin navê kolektîva xwe jî bikin ‘Jin Art’. Jin Art wê li ser feraset û fikra Jineolojiyê ava bibe. Weke destpêk em dixwazin vêya li Başûr ava bikin, paşê emê xebatên xwe derbasê parçeyên din Kurdistanê û derveyî welat bikin. Em dixwazin li dijî feraseta desthilatdar a mêr, hunereke alternatîf a ku sînorên heyî derbas dike, pêş bixin. Em berhemên kolektîv esas digirin.”

Dogan anî ziman ku ewê li ser xebateke bi navê “Rengên Xwezaya Kuridstanê” jî raweste û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazim li ser rengên xwezaya Kurdistanê bisekinim. Tenê di yek çiyayekî Kurdistanê de bihezaran reng hene. Dixwazim çîrokên gundan, çîroka jinên ku di wan gundan de dijîn arşîv bikim.”

(bz)

Nûçeya berê

Rêxistinên mafê mirovan wê wefata Metîn Adugît lêkolîn bikin

Nûçeya pişt re

DAIŞ’ê stasyona ceyranê ya Gulale şewitand

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

TAJÊ: Yên sîxuriyê dikin, ne ji baweriya me ne

TAJÊ: Yên sîxuriyê dikin, ne ji baweriya me ne

Rêşemî 2, 2023
Li Dîwaniye jinek ji aliyê bavê xwe ve hat xeniqandin

Li Dîwaniye jinek ji aliyê bavê xwe ve hat xeniqandin

Rêşemî 2, 2023

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Endama Meclisa Xanesorê Nafiya: Xayîn têkçûn, Xweserî biser ket

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Nûçeya pişt re
DAIŞ’ê stasyona ceyranê ya Gulale şewitand

DAIŞ’ê stasyona ceyranê ya Gulale şewitand

Yên Li Pêş

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Rêşemî 2, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS Plansaziya MÎT û Parastinê ya ji bo sala 2022’yan ew bû ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê...

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Rêşemî 2, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) di 17. salvegera şehadeta xwe de...

TAJÊ: Yên sîxuriyê dikin, ne ji baweriya me ne

TAJÊ: Yên sîxuriyê dikin, ne ji baweriya me ne

Rêşemî 2, 2023

TAJÊ diyar kir ku yên bi dijmin re dixebitin û sîxuriyê dikin ne ji bawerî û civaka wan e û...

Viyan Soran li Silêmaniyê hate bibîranîn

Viyan Soran li Silêmaniyê hate bibîranîn

Rêşemî 2, 2023

Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Tevgera Azadî û RJAK Viyan Soran (Viyan Caf) bi merasîmekê di salvegera xwe ya 17’an de...

Hozat: Şerê esasî li Îmraliyê tê meşandin

Aktîvîstên Başûr: Bi azadiya Rêber Ocalan mirovahî azad dibe

Rêşemî 3, 2023

 Aktîvîstên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azadiya destpêka jiyanek azad a ji bo gelên...

Çalakvanê Tişrînî: Ferqa Sudanî ji Kazimî nîne

Çalakvanê Tişrînî: Ferqa Sudanî ji Kazimî nîne

Rêşemî 2, 2023

Çalakvanê Tişrînî destnîşan kir ku Sudanî li ser medya civakî polîtîkaya xwenîşandanê dimeşîne, ferqa wî û Kazimî nîne. Her hiwa...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist