Zextên rejîma Îran ya li ser girtiyên siyasî dewam dike. Rejîma Îranê nahêle girtiya siyasî a Kurd Zeyneb Celaliyan bi rêya telefonê bi malbata xwere bi axive û hevdîtinê bike. Bavê Celaliyan jî ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin.
Zextên rejîma Îranê ya li ser girtiyên siyasî yên Kurd dewam dike. Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Yezd tê ragirtin. Celaliyan hema bêje ji hemû mafên xwe hatiye bê par hiştin. Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rejîma Îran vê carê nahêle Celaliyan bi malbata xwere hevdîtinê bike û peywendiya bi rêya telefonê jî lê hatiye qedexe kirin.
Heman çavkaniyê ragihand dema ku Zeyneb Celaliyan birine girtîgeha Yezd, tenê carek rê dane ku peywendiyek kurt bi malbata xwere bike. Çavkaniyê da zanîn Zeyneb di wê peywendiya xwe ya kurt de ji malbatê re gotiye; “Rêveberên girtîgehê ji min re gotine, heya tu ji xebata xwe peşîman nebî û bi hêzên ewlekariyê re hevkariyê nekî, tuyê ji hemû mafên xwe yên di nava girtîgehê de bê par werî hiştin.”
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji devê ferdek ji malbata Celaliyan ragihand ku bavê Zeyneb Celaliyan di rojên borî de li bajarê Mako ji aliyê wezareta Îtalatê ve hatibû binçavkirin. Hate gotin ku piştî 24 saetan bavê Celaliyan bi kefalet hatiye berdan.
(nr)