Zilamê 40 salî destdirêjî li zaroka 8 salî kir

Li navçeya Xurmatû ji aliyê zilamek 40 salî ve, destdirêjiya zayendî li ser zarokek keç a 8 salî hate kirin. Tewanbar niha binçavan deye û malbata daxwaza cezayek giran dike.


Beriya hefteyekê, li bajarokê Silêman Beg a ser bi navçeya Xurmatû, karmendek ceyranê yê bajarokê Silêman Beg ê bi navê T.M.H destdirêjiya zayendî li ser zarokek keç a temen 8 salî dike.

Rêveberê ceryana Xurmatû Fazil Îmamlî li ser mijarê ji Rojnews re axivî û got; “Zilamê ku karmendê me bû, di nava avahiya ceyranê de û di dema dewama fermî de, destdirêjiya keçek 8 salî a xelkê bajarok kiriye. Piştî ku aşkere bû, ber bi bajarê Kerkûkê ve reviya bû. Malbat daxwaza cezayek giran ji bo sûcdar dikin.”

Rêveberê bajarokê Silêman Beg Talib Mihemed jî ji Rojnews re ragihand; “Karmendê ceyranê temen 40 saliye û piştî reviya hate binçavkirin. Niha di zindanê de tê ragirtin.”

(nr)