KURDISTAN

Hemû Nûçe

  • Piştî mehek cenazeyê ciwanê xeniqî hat dîtin 

    Ji beriya mehek ciwanek li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê dema ku xwest di robarê Xabur de melevanî bike ber avê çû û xeniqî. Piştî mehek cenazeyê wî ciwanî hat dîtin.
  • Şandeya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li gel Komela Îslamî civiya 

    Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li Silêmanî serdana Komela Îslamiya Kurdistan kir û li gel Emîrê Giştî yê Komela Îslamî Elî Bapîr û rayedarên Komelê civînek pêkanî. Naveroka civîna herdu aliyan li ser êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û yekitiya netewî bûn.
  • Mehmud Sengawî bi zimanek tund PDK'ê rexne kir 

    Endamê Polîtburoya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Mehmud Sengawî bi zimanek tund rexne li Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) kir û got; "Ji niha û şûnde em tu heqaretekî PDK'ê qebûl nakin, xebata YNK'ê di ser ya PDK'ê re ye."
  • Pêkhateyên olî serdana mertalên zindî kirin 

    Komek ji pêkhateyên olî yên  Başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriyê bidin, serdana mertalên zindî yên li  Binarê Qendîlê kirin. Di serdanê de daxwaz ji ciwanên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya mertalên zindî.
  • Asayîşa PDK'ê destûr nade dagirkeriya dewleta Tirk werin şermezarkirin 

    Hêzên asayîşa Hewlêrê destûr nadin welatî li ber avahiya Netewên Yekbûyî (NY) li Hewlêrê kombin û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar bikin.
  • HRE'yê têkildarî çalakiyên lidarxistine daxuyanî da 

    Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku li Efrînê li dijî dagirkeran 3 çalakiyên cûda lidarxistine û di çalakiyan wesayîtek leşkerî hatiye rûxandin.
  • Hizba Sosyalîst û şandeya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê daxwaza yekrêziyê kirin 

    Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li gundê Gulexane ya navçeya Şarezûr a Silêmaniyê çû serdana Hizba Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û li gel serokê wê Mihemed Hacî Mehmûd hevdîtin kir. Herdu aliyan daxwaza yekrêziyê kirin.
  • Îhtimalên avakirina kabîneya nû 

    Her çiqas ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê mehek dem hatiye diyarkirin, lê ji ber nakokiyên berdewam ên di navbera PDK û YNK'ê îhtîmal heye ku ji ber daxwazên YNK'ê yên li ser Kerkûkê kabîne di dema xwe de neyê pêk anîn. Yan jî hikûmeek bêyî YNK'ê bê avakirin. Eger tiştek wiha rû bide, wê kabîneke lawaz be.
  • Komel û Tevgera Goran lihev civiyan 

    Şandeya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Elî Bapîr serdana Tevgera Goran. Di hevdîtinê avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê guftûgo kirin.
  • Giliyê hikûmetê kirin 

    Kesên ku ji Wezera Karûbarên Civakî sîgorte wergirtine, ji ber ku hikûmet mûçeyên wan nade giliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha daxwaza dayîna mûçe û tazmînatê kirin.
  • Şandeya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hevdîtinên xwe didomîne 

    Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî). Di hevdîtinê de metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk û yekîtiya gelê Kurd guftûgo kirin.
  • Artêşa Tirk ji aliyekî ve metirsiyê li ser gel çêdike 

    Bombebarana dewleta Tirk a sînorên Başûrê Kurdistanê berdewam dike, bi taybet herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê. Herwiha gelek gule û bermahiyên şer yên ne teqiyayî ku ketine herêmên sivîl, metirsî ji bo gelê herêmê û bi taybet jî zarokan çêdike.
  • Ciwanekê dawî li jiyana xwe anî 

    Hate ragihandin ku li navçeya Koyeyê civanek17 salî bi ben xwe xeniqand û jiyana xwe ji dest da. Heta niha sedem nayê zanin.
  • Mistefa Mewludî: Pêwîste em bi yekgirtinê li dijî êrîşan rawestin 

    Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistan (HDK) Mistefa Mewludî daxwaz kir ku Kurd bi helwestek yekgirtî li dijî êrîş û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi sekinin. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir  daku çareyek ji van êrîşên artêşa Tirk ên ku di encama wê de welatiyên sivîl dibin qurbanî re bibînin.
  • 'Bêdengiya hikûmetê ya li hemberî dagirkeriyê wê gel sar neke' 

    Çavdêrê Siyasî yê ji Hewlêrê Mufîd Haşim hêvî kir ku kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê xwedî bername be û got; "Bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê ji ber berjewendiyên taybet in. Lê bêdengiya wan wê jidilbûna xelkê sar neke."
  • Li Şengalê carek din agir bi zeviyan ket 

    Îro li çiyayê Kolik û gundê Barê yê Şengalê şewat derket tevî hemû hewldanên Şaredarî û şervanên YBŞ'ê agir nehatiye vemirandin.
  • Balefirên artêşa Tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin 

    Balefirên şer ên artêşa Tirk di van kêliyan de bi ser asîmanê Binarê Qendîlê de digerin û navber bi navber herêmê bombebaran dikin.
  • Di qezaya trafîkê de du birayan jiyana xwe ji destdan 

    Li ser rêya dinavbera Hewlêr û bajarokê Xebat de qezayek trafîkê rûda, di qezayê de du biryan jiyana xwe ji destdan, kesek din jî birîndar bû.
  • Şandeya Bakur û Rojhilatê Suriye li gel KNK'ê civiya 

    Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li Hewlêrê li gel Kongreya Netewî ya Kurdistan ( KNK) civiya. Naveroka civînê jî li ser yekitiya netewî bû.
  • Şandeya PDK'ê li gel Tevgera Goran civiya 

    Mersûr Barzanî yê ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatî erkdarkirin li Silêmaniyê li gel Tevgera Goran civiyan.
  • Du welatiyên Mexmûrê li Hewlêrê hatin girtin 

    Du welatiyên wargeha penaberan a Mexmûrê 13’ê Hezîranê ku ji bo biçin nexweşxaneyê serdana Hewlêrê kiribûn, hatin girtin. Li gorî agahiyan herdu welatî ku yek ji wan endamê xebatên dîplomasiyê ya Mexmûrê Bêwar Emîn Tahire ji aliyê îstîxbarata Parastina a ser bi PDK’ê ve hatine girtin.  
  • HPG: 2 leşker hatin kuştin 

    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê û Colemêrgê de bi kêmanî 2 leşker hatine kuştin.
  • Çalakiya Mertalên Zindî 4 roj li pey xwe hişt 

    Li Bnarê Qendîlê çalakiya mertalên zindî ya ciwanên Herêma Kurdistanê ya li dijî operasyonên dewleta Tirk a li ser xaka Xakurkê di roja çaremîn de bi biryardarî berdewam dike.
  • Li Efrîn û Ezazê 2 dagirker hatin kuştin 

    Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çalakiyên sekvaniyê de yên 14-16’ê Hezîranê yên li gundê Meryemîn a Şera gundê Kefer Xaşir a Ezazê 2 çete hatine kuştin.
  • Encama hevdîtinên Mesrûr Barzanî yên li Silêmaniyê 

    Mersûr Barzanî yê ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatî erkdarkirin li Silêmaniyê îro li gel Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê civiya. Mesrûr Barzanî eşkere kir ku wê YNK bi lihevkirina li gel PDK'ê îmze kiriye ve girêdayî be. Herwiha got ku Wezareta Şehîdan jî ji bo Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê ye.