1’emîn konferansa Esnaf û Pîşekaran a Mexmûrê bi dawî bû

1’emîn Konferensa saziya Esnaf û Pîşekaran bi dirûşmeya ‘Civaka bê aborî ne gengaze ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze’ li Wargeha Penaberan a Mexmûrê despêkiribû, di saetên êvarê de bi dawî bû.


 

1’emîn Konferensa saziya Esnaf û Pîşekaran li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Civaka bê aborî ne gengaze ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze’ ku bi beşdarbûna 150 delegeyan lî salona Konferansê di saetên sibehê de hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Konferensa Esnaf û Pîşekeran a wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) danê nîvro bi nîqaş, xwendina raporan, pêşnûmeqanûn û rêzîkname berdewam kir. Di konferansê de hilbijartin hate kirin û komîteyek ji 8 kesan hate hilbijartin.

Axaftina girtinê ji aliyê Endama Rêveber ya Meclîsa Gel a Mexmûrê Cîhan Çiya ve hate kirin û wiha got: “Ez despêkê 1’emîn Konferansa Esnafan li Rêber Apo, gelê Kurd û hevalên hazir piroz dikim. Ji bo ku em bikaribin pirsgirêkên heyî çareser bikin, me projeya demdirêj yên çareseriyê dan pêşiya xwe û bidarxistina konfirensan jî em van pirsgirêkan çareser dikin. Pêwîste hevalên esnaf civaka exlaqî û polîtîk bingeh bigrin.”

Konferans bi dirûşmên "Bijî serok Apo, Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

 (kom)