1’emîn Konferansa Esnafên Mexmûr destpê kir

1’emîn Konferensa saziya Esnafan bi dirûşmeya ‘Civaka bê aborî ne gengaze ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze’ li Wargeha Penaberan a Mexmûrê despêkir.


1’emîn Konferensa saziya Esnafan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûsetem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Civaka bê aborî ne gengaze ku hebûna xwe û nirxên xwe jî biparêze’ bi beşdarbûn 150 delegeyan lî salona Konferansê ji bo gîyanê tevayî şehîdan bî deqeyek rêzgirtin despêkir.

Axaftina vekirinê ji aliyê hevserokê meclîsa gel Huseyîn Kara ve hat kirin û got: “Em despêkê di kesayeta şehîdên meha Tîrmehê de û di kesayete şehîd Diyar Xerîb de, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li beramber wan di tewînin. Em vê konfaransê depêkê li mimarê azadiyê Rêber Apo, hemû şervanên azadiyê, hemû gelê welatparêz û delegêyen amade pîroz dikîn. Di xebata wan ya nu de, em ji saziya xwe ya esnafan re serkeftinê dixazin.”

‘PDK baregehên xwe teslîmî dewleta dagirker ya Tirk dike’

Huseyîn kara di berdewamiya axaftina xwe de bal kişnad li ser pêvajoyê û got: “Em pêvojoyek gelek giring jiyan dikin. Bi taybet dewleta dagirkera Tirk li ser gelê kurd siyaseta xwe ya qirêj ya tunekirinê dide meşandin. Bi taybet divan demên dawî de dagirkeriya başurê kurdistanê daye despêkirin. PDK baregehên xwe teslîmî dewleta dagirker ya Tirk dike û sîxortî jêre dike. Dewleta Tirk tengasiyên mezin jiyan dike. Ger Tirk ji plan û pirojeyên xwe yên qirêj venegere aqubeta dewleta Tirk û Erdoxan wê wek ya Seddam lê were.”

Hevserokê Meclîsa gel Huseyîn Kara bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Konfaransa ku niha tê li darxistin pirsgirêk çine û ji bo wan pirsgirêkan çareserî avakirine ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî ev konfaransê tê lê darxistin. Bi taybet delegêyên amade ji bo çareseriya pirsgirêkan di nava hevgirtinekê debe. Aboriyek komînal û demoqratik wê çawa were avakirin li gor wê xebatên xwe bidin meşandin.”

Piştî axaftina Kara rapor hatin xwendin û piştî xwendina raporê, rewşa siyasî û rêxistînî hat nirxandin.

1’emîn Konferensa saziya Esnafan bi nirxandinan dewam dike.

(rn)