11 rêxistinan binçavkirinên ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve şermezar kirin

Şemî, 12 Jan 2019 – 18:04  NAVENDA NÛÇEYAN

11 rêxistinan binçavkirinên ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve şermezar kirin

11 rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyekê hevpar binçavkirinên dawî şermezar kirin û daxwaza azadiya kesên hatîn binçavkirin kirin.


Binçavkirinên endamên Tevgera Azadî, RJAK û welatiyan, rastî nerazîbuna rêxistinên civaka sivîl hat. 11 rêxistinên civaka sivîl di derbarê binçavkirinên dawî yên ji aliyê asayîşa Silêmnaniyê ve daxuyaniyek a çapemeniyê dan.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe ya hevpar de gotin: “Ev demeke pêngavek ya girtin û binçavkirinan li ser endam û alîgirên Tevgera Azadî tê meşandin. Aliyên peywendîdar çalakiyên bên kirin hemû qedexe kirine. Duh jî bi dehan endamên Tevgera Azadî û welatî di çalakiyeka bîranîna 3 jinên şoreşger de hatin binçavkirin.

Tevgera Azadî li gorî yasayan dikare li hemû Iraqê kar û çalakiyên xwe bimeşîne. Êrîş jî bi vê biryarê re destpê kirine. Herwiha endamên Tevgera Azadî dinava Parlamentoya Iraqê de jî hene. Em bi tundî van êrîş û binçavkirinane şermrezar dikin. Em daxwaza azad kirina kesên hatîn binçavkirin dikin.”

Navê rêxistinên ku di daxuyaniya hevbeş de cihê xwe girtîn evin:

Sentera Perepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan, Sentera Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamevanan, Rêxistina Dabîn ya ji bo girîngî dayîna Demokrasî û Mafê Mirovan, Rêxistina Helwest, Rêxistina Alîkariya Yasayî ya Jinan (WOLA), Rêxistina Perepêdana Çanda Medenî, Sentera Geşepêdana Çalakiya Lawan, Enstîtuya Pİ ya ji bo perwerde û girîndayînê, Mala Serkewtin, Navenda Nîştimanî ya ji bo Mafê Mirov û Rêxistina Kurdistan.

(nr)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist