11 sal bi ser qetilkirina Soran re derbaz bûn lê hîn kujer nediyarin

Rojnameger Soran Mame Heme dema ku mijûlî eşkerekirin û zelakirina karên veşartî yên gendelkar û berpirsên bajarê Kerkûkê bû, di şevek a Tîrmehê de lûleyên çekan li wî hatin rastkirin û wî heta hetayî bêdengkirin. Bajarê Kerkûkê jî ji ber jidestdana ciwanek wiha xemxwer gelek xemgîn bûn.


Soran Mame Heme ew rojnamegere bû yê ku dibin gefên terorê de dikarî qala azadiyê bike. Li sala 2008'an li ber mala xwe ya li bajarê Kerkûkê hate qetilkirin. Îro jî 11'emîn salvegera qetilkirina wî ye.

Soran Mame Heme kiye ?

Soran Mihemed Ezîz bi nasnav Soranî Mame Heme li 2'ê Sibata sala 1986'an de li taxa Şurîce ya Kerkûkê ji dayîbûye. Malbata wî piştî raperîna bihara sala 1991'an de ji ber zextên rejima Baas ji Kerkûkê diçin Silêmanî û li Hamiya Silêmanî (parka Azadî ya niha) bicih dibin.

Soran qonaxên xwendina seretayî û navîn li Silêmanî temam dike. Piştî rûxîna rejima Baas malbata Soran carek din vedigere Silêmanî. Soran li Kerkûkê xwendina xwe berdewam dike. Li Kerkûkê Peymangeha Hunerên Xweşik Beşa Bihîstin û Dîtinê dixwîne, dema ku hatî qetilkirîn jî hîna dixwend.

Şehîd Soran li gel xwendinê de, ji zarokatî ve mijûlê karkirinê bû û li gel bav û birayên xwe kar dikir. Li gorî kesûkarên wî diyarkirin ji zarokatî ve gelek caran li ser dîwarên Hamiyeya Silêmanî helbest dinivîsîn.

Ezmûna Rojnamegerî ya Soranî Mame Heme

Soran yekem nivîsa xwe li sala 2003 dema li refa sê ya navîn bû belavkir. Rojek Soran li gel dayîka xwe diçe Çemçemal ji bo herin ser gora bavê wî. Dema Soran diçe dibîne ku tû dîwarek tiştek li derdora goristanê tûneye û dinava goristanê de gelek sewal hene. Dema divegere malê, li ser vê yekê nivîsek dinivîse û di rojnameya Kurdistana Nû de belav dike. Piştî nivîsa wî hate weşandin, şaredariya Çemçemalê dîwarek li derdora goristanê çêdike.

Piştî rûxîna rejima Sedam Hisên malbata Soran divegere Kerkûkê. Soran jî bi dildarî  karê peyamnêrî ji bo Rojnameya Kerkûka Îro dike. Ev rojname serbi Komeleya Rewşenbîr û Civakî ya parêzgeha Kerkûkê bû. Di heman demê de di kanala El Iraqî de wekî peyamnêrê kanalê yê Kerkûkê kardike. Herwiha peyamnêrê rojanameya heftane ya Kerkûkê (Kerkûk Glup) bû ku li Hewlêrê bi zimanê İnglîzî dihate çapkirin.

Li sala 2006'an li Kerkûkê dibe peyamnêrê Rojnameya Kurdistan Raport. Piştre dibe berpirsê ofîsa Kurdistan Raport li Kerkûkê. Ji jimara 11 ta jimara 21'an a rojnameya Çemçemal quncikek ya wî hebû û nivîsên xwe têde diweşand. Herwiha li Kerkûkê berpirsê Navenda Çalk bû. Li Kerkûkê Endamê Desteya Nivîskarên Rojnameya Nugreselman bû. Li sala 2006'an de peywendî bi Govara Livîn re datîne û dibe peyamnêrê govarê yê Kerkûkê. Piştre dibe berpirsê Ofîsa govara Livîn li Kerkûkê. Heya ku tê qetilkirin jî di govara Livîn de kardikir.

Li dijî xiyanetê bû

Soranî Mame Heme gelek nivîs û dosya li dijî xiyanet û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê belavkir. Di yek ji nivîsên xwe de behsa xiyanetê dike û wiha dibêje; "Ewên ku îro xwe bi siyasî û xwediyê xebata Kurdayetî ya vê herêmê binav dikin, gelo ji xwe pirsîne tenê rojek jî xebat û serweriya wan di dîroka têkoşîna rizgarîxwaz a gelê Kurd de heye? Ji bilî Kurd kuştin, xiyanet li netewa xwe kirin, koletî û sîxurtî kirina welatên cîran."

Çima Soran hate qetilkirin?

Her di wan salên karkirinê de Soran di nivîsek ya xwe de daxwaza derktina hevjîna Serokê Herêmê yê wê demê Mesud Barzanî dike. Di raporta xwe ya dawî de ya binavê 'Sozaniyên Kerkûkê dagirdikin' ku di govara Livîn de hate belavkirin, di wê raportê de peywendiya berpirsên hikûmî yên bajarê Kerkûkê  bi şebekên fihuşê re eşkere dike. Heya niha jî ev nivîsên Soran weke sedemê qetikirina wî têne zanîn.

Soran ji ber di nivîsên xwe de behsa diziyên berpirsên Kurd ên Kerkûkê dikir, gelek caran rastî gefan dihat. Du meh ji berê were qetilkirin, gefa kuştinê lê hatibû kirin. Lê Soran bêyku bitirse di nivîsên xwe de gendeliya berpirsan eşkere dikir.

Şeva 21'ê Tîrmeha sala 2008'an Soranî Mame Heme li ber derê mala xwe ya li Kerkûkê hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Soranî Mame Heme tevî ku gelek komîsyon hatin avakirin ji bo lêkolîn  li ser bûyerê bikin, lê heya niha tû kesek têkildarî vê bûyera qetilkirinê nehatiye girtin. Lê li gorî malbata Soran diyar dikin, destê Partiya Demokrata Kurdsitan (PDK) dipişt qetilkirina kurê wan de heye.

Têkildarî qetilkirina Soran û bê xemiya aliyên peywendîdar li ser dosya Soranî Mame Heme Rojnamevan û Pismamê Soran Siware Necmedîn, ji Rojnews'ê re axivî.

Siware Necmedîn got; "Ger wana bixwastiba wê nehêlaban 11 roj bi ser vê bûyerê re derbazbibe, wê tawanbaran girtiban û eşkere kiriban. Ji bona wê ye ev 11 salin bisere derbazdibin, tu hêviyek ya me nemaye ku tawanbaran eşkere bikin."

Di dewama axaftina xwe de Siware Necmedîn PDK'ê bi kuştina Soran tawanbarkir û got; "Ji destpêkê ve em naveşêrin ku PDK bi şehîdxistina Soran tawanbare. Soran wê demê çend raport û nivîsek li ser berpirsên PDK'ê weşandibû. Ev yek li cem PDK'ê bibû cihê nerazîbûnan. Ji bona wêye ji destpêkê ve em PDK'ê sucdar dibînin."

Dîroka qetilkirina rojnamegeran li Başûrê Kurdistan

Dîroka qetilkirina rojnamegeran li Başûrê Kurdistanê digihe sala 1993'an ku rojnameger Reuf Akreyê li ber derê mala xwe ya li Dihokê hate qetikirin. Li sala 2008'an Ebdulsitar Tahir Şerîf li Kerkûkê, sala 2010'an Serdeşt Osman li Hewlêrê, Sala 2012'an Kawe Germiyanî li Kelar, sala 2016'an jî Wedat Hisên li Dihokê hatin qetilkirin.

Ya balkêş ewe ku di dosya qetilkirina rojnamegeran de bikuj nayên eşkere kirin. Heya niha  tenê ji ber qetilkirina Kawe Germiyanî kesek sizayê girtinê yê heta hetayî lêhatiye birîn. Heya niha tu kesek li ser bûyerên qetilkirina rojnamegeran li Başûrê Kurdistanê nehatine girtin. Vê yekê jî rê liber zêdebûna qetilkirinên rojnamegeran vekiriye.

(kş)