4 milîsên li Amêdiyê şehîd bûn li Mexmûrê hatin defnkirin

image_print

Çarşem, 26 Avrêl 2017 – 08:27 

4 milîsên li Amêdiyê şehîd bûn li Mexmûrê hatin defnkirin

Kedkar, tekoşer, fermandar û gerîlayê 30 salan Seîd Tanit binas nav Bedran Cûdî  û 4 milîsên binavê Mehmet Tanit, Evdilkerim Îzer, Mûrat Atak (Zekî) û Osman Arzû ku di encama êrîşên firokeyên şer yên artêşa Tirk a faşîst li Amêdiyê şehîd bûn, li Wargeha Mexmûrê hatin defnkirin.


MEXMÛR / ROJNEWS

Ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 4 milîsên binavê Mehmet Tanit, Evdilkerim Îzer, Mûrat Atak (Zekî) û Osman Arzû ku ji bo serdanê çûbûn gundê Sêgirê yê girêdayî devera Amêdiyê û ji aliyê kedkar, fermandar û gerilayê 30 salan Seîd Tanit (Bedran Cûdî) ku di nava gel û refên gerîla de weke Bedran Gundikremo dihat nasîn ve hatin pêşwazîkirin. Li gel fermandar Bedran Cûdî, kurê wî Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî) ku xezûrê Mehmet Tanite, xizmê wî Evdilkerim Îzer û hevalê wan Osman Arzû ku her çar jî milîs bûn, di 22’yê Nîsana 2017’an de, di encama êrîşên balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, duh li Wargeha Mexmûrê bi tevlîbûna deh hezaran ve hatin definkirin. Li Wargeha Mexmûrê ji bo 3 rojan şîn hat ragihandin, ji dervey nexweşxaneyan derabeyên dikanan hatin girtin.

5 şehîdên ku îro ber bi siharê ve bi kerwanek mezin yê wesayîtan ve ji devera Amêdiyê ber bi Wargeha Mexmûrê ve bi rê ketin, li Seytera bajarê Hewlêrê ji aliyê bi hezaran gelê Wargeha Mexmûrê ve hatin pêşwazî kirin û li gel sedan wesayîtan ber bi Mexmûrê ve bi rê ketin. Kerwanê şehîdên Mexmûrê di saet 14:00’an de gihişt Mexmûrê. Di ketina wargehê de ji aliyê deh hezaran ve kerwanê 5 şehîdan hat pêşwazîkirin û heta Mizgefta Wargehê bi kerwanê ji sedan wesayitan bi qêrîna dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Xiyanet’ meşiyan. Piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn, cenazeyên şehîdan li ser milan ber bi Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê ve ji bo merasîma şehîdan hatin birin. Merasîma Şehîdan bi tevlîbûna malbatên şehîdan, Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat û Fermandara YJA-Starê Raperîn Gabar û gelê wargehê yê ji 7 salî heta 70 salî ve hat lidarxistin.

Merasîmê şehîdan, di kesayeta 5 şehîdên Wargeha Mexmûrê, şehîdên Dêrîk û Şengalê de bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê tevayî şehîdên tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd destpê kir. Piştî xwendina sicîlên her 5 şehîdan, li ser wate, girîngî û riya pîroz ya şehîdan Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat axivî. Serhat di axaftina xwe de di kesayeta her 5 şehîdan de tevayî şehîdên tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd bibîranî û soza tolhildanê da û wiha axivî; “Bi rastî li pêş van şehîdan de axaftin tiştek gelek zehmete. Bi taybet hevalê me Bedran Cûdî nîvî zêdetir emrê xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe derbas kir, bawayek fedekarî li her qadê de xebat da meşandin. Ew jî bû şopdarê fermandarên mezin Egîd, Erdal, kurê xwe Hemze û Mehmed’an. Her wiha hevalên mîlîs Mehmet Tanit, Evdilkerim Îzer, Mûrat Atak (Zekî) û Osman Arzû jî dema diçûn serdanê û ji aliyê hevalê me Bedran Cûdî ve hat pêşwazîkirin di heman êrîşê de şehîd ketin. Bi rastî jî îro êşa Wargeha Mexmûrê pir mezin û girane.”

Serhat di dewama axaftina xwe de peyama Biryargeha Navendiya HPG’ê jî ji gelê Wargeha Mexmûrê re ragihand û wiha got; “Biryargeha Navendiya HPG’ê jî sersaxi û xemginiya xwe ji bo malbatên şehîdan, gelê Wargeha Mexmûr û hemû gelê Kurd re ragihand û soza bilindkirina tekoşîna wan şehîdan ji gelê Wargeha Mexmûrê re parvekir.”

Bawer Serhat di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Em wek HPG’ê û YJA-STAR êşê gelê xwe yê Wargeha Mexmûrê jî dîl parve dîkîn. Emê tola van şehîdên xwe hilînin, xwiyna wan erdê nehêlin. Dîsa îro li Şengalê û Dêrikê jî êrîşa hewayî a dewleta Dagirker pêk hat û şehîdên me çêbûn. Em wan şehîdên xwe jî bi rêzdarî bibîr tînin. Ev êrîşên dewleta dagirker, têkçûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.”

Piştî axaftina Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat, malbatên şehîdan jî axivîn. Kurê Şehîd Mûrad Atak (Zekî), Mesûd Atak wiha axivî; “Îro gelê Wargeha Mexmûrê bûne yek malbat. Ji siharê ve ji bo şehîdên xwe li ser piyane. Gelê Wargehê êşa me ji dil parve kir, ev şehîd, bitaybet şehîdên hemû wargehê ne û yên hemû gelê Kurdin. Em Gundikremoyî salê çend caran şehîdan didîn. Lê ev ji hemûyan girantirbû. Jiber ku yên şehîd ketî babê min, mamê min hevalê Bedran, kurê wî Mehmet Tanit ku hevserê xwişka mine, pismamê me Evdilkerîm Îzer û rêhevalê me Osman Arzû ji nav me barkirin. Birastî hest û êşa ku niha em dijîn gotin jêre nayê dîtin. Di nav van şehîdan de bav, kur, xezûr, pismam û hevalê wan yê her roj bi hev re dijiyan hene, lewra êşekî mezine. Lewra ez dibêjim serê me weke her carê bi şehîdên me, tekoşîna me, berxwedana gelê me, şervanên azadiyê û bi Rêbertiyê wê her tim bilind be û em soza heta azadiyê ya tekoşînê didîn û dibêjîn ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’ û ‘Bimre Xiyanet û Hevkariya bi Dewlata Tirk a Faşîst re’.”

Xwişka Şehîd Osman Arzû, Hevseroka Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan jî axivî û da zanîn ku ew spasiya gelê berxwedêr yê Wargeha Mexmûrê dikin ku ji serê sibê ve di bin germê de bi hemû jêhatina xwe xwedî li şehîdan derketin. Îlhan axaftina xwe wiha domand; “Babê me ev şoreşe naskir di vê riya pîroz de şehîd bû, kur û keçên wî jî li ser heman xeta tekoşîna azadiyê canê xwe ji bo gelê xwe kirin feda û niha rêz hatiye neviyan. Bi yek gotina rastiya me ya welatparêzî û girêdana bi tekoşînê re eve lewra heta dawiyê jî em dest ji vê tekoşînê bernadîn û emê bi xwedî derketina li bîranîn û xiyalên şehîdan û bibin layiqê riya wan ya pîroz. Dubare dibêjim serê Rêbertî, şervanên azadiyê, gelê Kurdê welatparêz û bitaybet jî serê gelê Mexmûrê û hemû malbatên şehîdan saxbe.”

Herwisa kurê Şehîd Bedran û birayê Şehîd Memed Tanit, Heval Tanit jî sersaxî ji bo Rêbertî, şervanên di ber tekoşîna azadiyê de têdikoşin, gelê Kurd yê welatparêz û gelê Mexmûrê da û soza girêdana bi riya şehîdan da.

Xwişka Evdilkerîm Îzer, Sultan Îzer jî xêrhatin li gelê Mexmûrê kir û spasiya xwe ji bo xwedîderketina li şehîdan kir û wiha axivî; “Serê Rêbertî, şervan û gelê me yê Kurd û gelê Mexmûrê yê berxwedêr û dilsoz saxbe. Em çiqas bêjîn nikarîn êşa em niha dijîn bînin ziman. Lê dijmin û dagirkerên Kurdistanê tucaran bi kuştinê nikarin gelê Kurd ji vê doza rewa û pîroz dûr bixin. Belê raste êşa me girane, me 5 şehîd dan yek ji wan jî birayê mine û yên din jî xizmên min yên nêzin lê li rexmî hemû êş, kul û keseran emê liber xwe bidîn û heta azadiyê riya şehîdên xwe bişopînîn. Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin.”

Birayê Bedran Cûdî, Hacî Tanit jî di axaftina xwe de balkêşand ser girîngiya tekoşîna 30 salan ya birayê xwe Şehîd Bedran û da zanîn ku ew bi ked, tekoşîn, qehremanî û dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî, şehîdan û tekoşînê dihat naskirin. Şehadeta birayê min, biraziyê min Mehmet Tanit û xizmên min Mûrad Tanit (Zekî), Evdilkerîm Îzer û Osman Arzû cîgera me parçe kir, lê ya dikeve ser milê me ewe ku ji niha û pêde cihê ku ala wan lê maye em bigrîn û heta azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bibîn. Serê Rêber Apo, gerîlayan, gelê Kurd û tevayî gelê Mexmûrê û malbatên Şehîdan sax be. Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gelê Kurd.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) ya Wargeha Mexmûrê, Hevserokê Meclîsa SMŞ’ê Mihemed Kara jî sersaxî li Rêbertî, gerîla û hemû şervanên li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê têdikoşin, gelê Kurd û bitaybet sersaxî li gelê Mexmûrê û malbatên şehîdan da. Di axaftina xwe de da zanîn kû, gelê Kurd yê ku bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan gihiştiye asta zanabûna tekoşînê wê tucaran dest ji tekoşîn û berxwedanê bernede û wê heta dawiyê liberxwe bide. Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo.

Piştî merasîma şehîdan, dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Xiyanet û Hevkariya bi Dijmin û Dagirkerên Kurdistanê re’, bi deh hezaran gelê Wargeha Mexmûrê şehîdên xwe li ser milan birin goristana wargehê û şehîd di bin dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ de hatin definkirin.

Piştî definkirina şehîdan, gel ji goristanê hatin cihê konên sersaxiyê û wê sê rojan konê sersaxiyê were ziyaret kirin.

(kom)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist