کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gelawêj 14, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

34 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
28/06/2022 - 12:23:07 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
34 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

34 Partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşî li sûcên dewleta Tirk bê girtin, bang li welatên Koalîsyona Navneteweyî û Fedrasyona Rûsyayê kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên gelan û partiyên siyasî yên herêmê dewam dikin.

34 partiyên siyasî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomatîk a li Qamişloyê hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanên erebî, kurdî û suryanî ji aliyê endamê Partiya Muhafizkaran Ednan Izo, Endamê Partiya Yekitiya Suryan Gabrîal Şemûn û serokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di gelek daxuyanî û helwestên navneteweyî de bang li dewleta Tirk a dagirker hat kirin ku li gorî her du peymanên agirbestê yên di Cotmeha 2019’an de hatine îmzekirin, tev bigere û tu operasyonên leşkerî û êrişên nû li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk neyne û wiha dewam kir: “Lê dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên dijminane li dijî gelên herêmê bi rêya balafirên bêmirov û bombebarankirina bajar, bajarok, gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê didomîne. Herî dawî jî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî hedef girt.”

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk projeya xwe ya berfirehkirina dagirkeriyê li herêmê berdewam dike û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û sûcên şer li dijî sivîlan pêk anîn. Her wiha qirkirina etnîkî, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk pêk tîne.”

Partî û tevgeran, nebûna helwesteke tund a Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî binpêkirinên qanûna navneteweyî ji aliyê Tirkiyê ve, wekî sedema berdewamkirina êrişan û berfirehkirina qada dagirkeriyê û dewamkirina projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk nîşan da.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye ku endamê Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye, li Rojhilata Navîn wekî dewleteke hov tev digere û li dijî gelên herêmê polîtîkayên terorê dimeşîne û wiha dewam kir: “Bi salan li ser sînorên xwe li dijî DAIŞ’ê şer nekiriye; berovajî vê çûn û hatina terorîstan ji bo Sûriyê hêsan kir û alîkariya serkirdeyên terorîstên DAIŞ û El-Nusra li navçeyên ku dagir kirine, dike.”

Daxuyaniyê bal kişand ser xetereyên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û hate gotin: “Her tevgereke nû ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê hemû destkeftên hevpeymana navdewletî û hevpeymanên wê bi Hêzên Sûriya Demoqratîk re têk bibe. Her wiha hewlên wan ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst qels dike û dibe sedema pêlên penaberiyê bo Ewropa û welatên herêmê, di heman demê de cihekî guncaw ji bo terorîstên herî xeter ku di kamp û zindanan de ne, peyda dike da ku carek din li herêmê zindî bibin.”

Partiyên siyasî û tevgerên li herêmê di daxuyaniyê de bang li li welatên endamên Koalîsyona Navneteweyî û di serî de Amerîka, Brîtanya û Fransa, her wiha li Federasyona Rûsya kir ku li dijî dewleta Tirk tedbîrên tund bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li balafirên wê bigirin û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Da ku pêşî li êrîşeke nû ku dê jiyana milyonan mirovan bixe xeteriyê, bigirin. Em bang li keç û xortên gelê xwe yên li welat û derveyî welat dikin ku dest bi çalakiyan bikin û zextê bikin da ku rê li ber vê êrîşê bê girtin û ji ber sûcên wê yên dermiovî, hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.”

Navên partiyên ku daxuyanî dane wiha ne: “Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Yekitiya Şexîlê ya Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Tevgera Nûjen a Kurdistan, Partiya Komarî ya Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî ya Sûriyê, Tevgera Reform-Sûriyê, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafizkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşînê ya Demokratîk, Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava Kurdistan, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Demokrat a Kurd li Sûrî (parti), Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokratîk) û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî).”

(ab)

 

Nûçeya berê

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Nûçeya pişt re

 Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Girtiyên Behdînan: Wedat Hisên yek ji qurbaniyên dengê azade

Girtiyên Behdînan: Wedat Hisên yek ji qurbaniyên dengê azade

Gelawêj 13, 2022
Rojnameger Wedat Hisên li ser gora xwe hate bîranîn

Rojnameger Wedat Hisên li ser gora xwe hate bîranîn

Gelawêj 13, 2022

BKRK’ê ji malbata Rêzan Cavîd û gelê Kurd re sersaxî xwest

Artêşa Tirk gundek Amêdiyê topbaran dike

HPG: 4 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Karayilan: Berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê bûye bingehê serkeftinê

Nûçeya pişt re
 Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

 Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Yên Li Pêş

Şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî hatin oxirkirin

Şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî hatin oxirkirin

Gelawêj 13, 2022

Bi tevlêbûna hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyên şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di...

Guhdar Zêbarî ji bo Wedat Hisên peyamek parve kir

Guhdar Zêbarî ji bo Wedat Hisên peyamek parve kir

Gelawêj 13, 2022

Girtiyê Behdînanê Rojnamevan Guhdar Zêbarî bi wesîleya salvegera qetilkirina Rojnamevan Wedat Hisên peyamek belav kir. Zêbarî di peyama xwe de...

Berpirsê yekem ê qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên PDK’ye

Berpirsê yekem ê qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên PDK’ye

Gelawêj 13, 2022

Li ser qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên re 6 sal derbas dibin, lê heta niha ti kes ji ber bûyerê nehatine...

Wê Wedat Hisên li Silêmaniyê were bîranîn

Wê Wedat Hisên li Silêmaniyê were bîranîn

Gelawêj 13, 2022

Sibe li Silêmaniyê bi wesîleya şeşemîn salvegera qetilkirina Rojnamevan Wedat Hisên merasîmek bîranînê tê lidarxistin. Wê di merasîmê de xelata...

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

Gelawêj 13, 2022

Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi meşekê şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên ku di encama êrişên hewayî...

Hunerên jinên ciwan bi pêşangehekê hatin nîşandan

Hunerên jinên ciwan bi pêşangehekê hatin nîşandan

Gelawêj 13, 2022

Li Kerkûkê  bi armanca nîşandayina hêz û hunerên jinên ciwan pêşangehek a wêneyan hat vekirin. Duh êvarê bi pêşengiya Koma...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist