4 welatiyên Êzidî li Duhokê jiyana xwe jidest dan

Li Parêzgeha Dihokê 3 welatiyên Êzidî yên ji Şengalê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Welatiyekî Êzidî jî, di ava Xaburê de xeniqî.


Duh di satên êvarê de li ser riya Akrê û Dihokê qezaya trafîkê pêk hat. Di encama qezayê de ciwanên bi navê Ferhan Çenan, Henan Çenan ku temenê wan di navbera 20-25’an de ye û zarokê bi navê Aram Silêman Çenan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku hersê kesên jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne û ji gundê Sîba Şêx Xidir ên Şengalê ne. Malbat, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, koçber bibû li gundê Mehetê yê girêdayî Navçeya Şêxan a Dihokê bicîh bibû. 

Li aliyê din ciwanê bi navê  Meşel Xelat (23) jî, li navçeya Zaxo dema dixwest ji bo melevaniyê bikeve ava Xabûrê, xeniqî. Cenazeyê Xelat piştî çend saetan ji aliyê Tîmêr Bergiriya Sivîl ve ji avê hat derxistin. Cenazeyê Xelat birin Tiba Edlî ya Dihokê.

Hat zanîn ku Meşel Xelat jî ji bajaroka Sinunê ya Şengalê ye û di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de koçî navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê kiribû.

(a)