QSD`ê ragihand ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) li navçeya El Keramê ya Reqayê 2 operasyon pêk anîne, di encamê de yek ji wan serçete, 6 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û gelek çek, madeyên teqemeniyê û cîhazên pê re hatine desteserkirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a têkildarî mijarê wiha ye:
“Yekîneyên Antî-Terorê bi 2 operasyonên cuda li navçeya Keramê ya rojhilatê bajarê Reqayê, di nav de serçeteyek, 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin.
Di operasyona yekemîn de, yekîneyan bi ser serçeteyekî DAIŞ`ê ku di amadekirina teqemeniyan û belavkirina wan a li ser şaneyên terorîst ên li herêmê de kar dikir de girtin.
Piştî ku bang lê hat kirin ku xwe radest bike, wî terorîstî dest bi gulebarankirina hêzên me kir. Piştre hat dorpêçkirin û bêyî ku zirar bigihêje hêzên me, hat girtin.
Di operasyona duyemîn de, yekîneyan bi ser malekê de girt ku şaneyeke terorîst a ji 5 çeteyan pêk tê, ji bo amadekirina teqemeniyê bi kar dianî. Wê şaneyê di demên borî de saziyên rêveberiyê û ewlehiyê yên li herêmê dikirin hedef. Di operasyonê de her pênc çete hatin girtin û bo aliyên peywendîdar hatin veguhastin.
Di her du operasyonan de gelek çekên kalaşnîkov, debançe, mayîn û madeyên çêkirina teqemeniyan, her wiha cîhazên peywendiyan ên li gel çeteyan hatin desteserkirin.”