63 sale Şêx Mehmûd koça dawî kiriye lê hîna daxwazên wî pêknehatine

 Ji beriya 63 salan Şêx Mehmud Hefîd (Berzencî) koça dawî kir,  her çendî ku Şêx Mehmud di dema xwe de gelek hewldan ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan kir, lê ev hewildan negihiştin encamê. Piştî wefata Şêx Mehmud jî gelek caran hewildan hatine kirin ji bo avakirina yekitiya nava Kurdan. Lê em dikarin bêjin heya niha jî ev xeyalên Şêx Mehmud pêknehatine.


Roja 9’ê Cotmeha sala 1956’an Şêx Mehmud Hefîd li nexweşxaneyek ya Bexda yê koça dawî dike û bi merasîmek girseyî li Mizgefta Mezin a Silêmanî sipartin axê.

Jiyana Şêx Mehmud

Şêx Mehmûd Berzencî, sala 1881’an li herêma Berzencî ya Silêmanî di nava malbateke ku bi dîndariya xwe bi navûdenge de tê dinê. Piştî hilweşîna mîrîtiyên Baban, desthilata olî, civakî û siyasî ya Kurdistanê dikeve destê wan.

Sala 1908’an bi plana Îttîhad Teraqî (dewleta Osmanî) li bajarê Mûsilê Şêx Sêîdê bavê Şêx Mehmut Berzencî û birayê wî şêx Mihemed şehîd dikevin û êdî erka birêvebirina karûbarên malbatê dikeve ser milê Şêx Mehmud. Ji ber vê sala 1918’an birêvebirina karûbarên bajarê Silêmanî dikeve ser milê wî.

Ragihandina hikûmeta yekem

Roja 12’ê Mijdara 1918’an Nûnerê Îngilîzan Mecer Neol li gel pênc hevkarên xwe tê Silêmaniyê û piştî rojekî, li ber Deriyê Sera yê bajarê Silêmaniyê, li gel beşek ji serokeşîran kom dibe û Şêx Mehmûd Berzencî weke hikûmdarê herêmê dide nasîn. Piştî çend rojan Şêx Mehmûd hikûmeta xwe ava dike.

Ingilîzan ew qebûl nekir

“Şêx Mehmûd her timî ev pirs ji Îngilîzan kiriye. Ya yekem digot, ‘wateya hikûmraniyê çiye ku ez kirime hikûmdarê vê herêmê?’, ya duyemîn jî ew bû ku di got, ‘eger ez hikûmdar bim sînorê van herêman heya kuderê diçe ku ez lê hikûm bikim?’ Lê Îngilîz timî ji bersivdayîna van pirsan direvîn. Ji ber vê Şêx Mehmûd fêm kir ku Îngilîz hikûmraniya wî naxwazin. Yanî kesek ku ji wan re xizmet bike û li gorî berjewendiyên wan bixebite dixwestin.”

Serî hilda

“Pirsgirêkên Şêx Mehmûd yên li gel Îngilîzan bûn sedem ku nûnerê Îngilîzan Mecer Noel 21’ê Gulanê Silêmaniyê terk bike. Piştî wê Şêx Mehmûd Berzencî dest di danî ser hemû karmendên Îngilîz û ala Brîtanya dadixe, ala hikûmeta xwe li Silêmanê radike. Piştî çend rojan li derbenda Bazyan şer rû dide. Di şerê yekemîn ku rû dide de Şêx Mehmûd biser dikeve. Lê piştî wê ji ber hêza wî ya leşkerî û çek kême, Şêx Mehmûd di şer de têk diçe û bi birîndarî dikeve destê Îngilîzan. Piştî ji aliyê Îngilîzan ve tê dadgeh kirin, mişextê Hîndîstanê tê kirin.”

Hewldanên Şêx Mehmud ên ji bo yekîtiya eşîran

Piştî Şêx Mehmûd hikûmeta xwe radigihîne, rîca ji serok eşîran dike ku li gel wî bisekin û di têkoşîna li dijî Brîtanya de hevkarî li gel bikin. Şêx Mehmûd hewldaneke mezin dide ku yekîtî di nava Kurdan de pêk bîne. Lê piraniya eşîran bersiveke erênî nadin daxwaza wî.

Hikûmetên duyem û sêyem ên Şêx Mehmud

Şêx Mehmud, piştî têkbirina hikûmeta yekemîn û vegera ji sirguniyê jî, têkoşîna xwe domand. Di 28’ê Çileya 1922’an de Berzincî ji Hindistanê anîn Kuweytê. 13’yê Rezbera (îlon) 1922’yan, ji Kuweytê anîn Bexdayê û di 30’ê Rezbera 1922’yan de jî Berzincî ji Bexdayê anîn Silêmaniyê.

Piştî vegera Silêmaniyê tevgera di bin pêşengiya Şêx Mehmûd Berzincî de xurt bibû. Li dijî statûkoparêzî, berjewendperestî û dagirkeriya Brîtanyayê Berzincî roja 31’ê Rezbera 1922'yan dewleta serbixwe ‘Hikumeta Kurdistanê’ îlan kir, xwe jî wekî qralê dewletê nîşan da. Berzincî di Hikûmeta Kurdistanê de saziyên mîrî yên rêvebirinê, saziyê xebatê çapemenî, dibistanan û arteşê saz dike.

Tîxûbê dewletê dikete Kurdistana Bakûr, ango hemî Başûrê Kurdistanê dadigirt. Paytexta wê Silêmanî, zimanê fermî Kurdî û navê artêşê jî ‘Artêşa Netewî ya Kurd’ bû. Lê hêzên Ingilîzan careke din êrîş kirin û di û bi hêzek mezin, bi plan-lîstikan berxwedana kurdî şikand, di dawiya meha Nîsanê de Rewanduz stand û di 16’ê Gulana 1923’yan de jî ketin hindirê Sileymaniyê.

Piştî vê têkçûnê berxwedana Şêx Mehmud berdewam kir, lewre Îngilîzan ji Silêmaniyê xwe ber bi Kerkûkê ve paş ve kişandin. Bi wî awayî di meha Kewçêra 1924’an de Berzencî careke din vegeriya Silêmaniyê û ji bo cara 3’yemîn destê xwe danî ser şahnişîna xwe û bizava xwe bo berxwedaneke mezintir kir. Berzincî biryara efûyê ji bo wan kurdan derxist ku bi Înglizan re bûn. Berzencî ferman da ku her kesê poşman be dikare vegere Silêmaniyê û serbeste.



Di 16’ê Mijdara 1925’de Koma Netewan sînorên di nava Tirkiye û Iraqê de pejirandin û bi wî awayî Bakur û Başûrê Kurdistanê ji hev birîn û gelê kurd ji hev cuda kirin. Lê berxwedana netewî li dijî Îngilîzan û sermîriya Iraqê berdewam kir.

Berzincî di Tîrmeha 1926’de dîsa di sînorê derbas dibe û li herêma Pişder hêzên Ingilîz, Iraq û Îranî bi hev re dijî Şêx Mehmûd şer dikin, lê nikarin zora wî bibin. Berzencî firokvanekî Îngilîz jî êxsîr girt. Lê ji ber ku firokên Îngilîzan her dihatin ser bajêr, hêzên wî û zirar di dan wan. Îngilîzan rêyên çûyîn û hatinê li hêzên kurdî birîbûn. Li hemberî planên 3 dewletan û êrîşên wan Şêx Mehmud bi armanca ku pêşiya komkujiya Kurdan bigire, di Berfanbara 1926’an de li gundê Xormal bi Ingilîzan re rûnişt û xebatên dîplomasiyê meşandin. Heta sala 1931’an Şêx Mehmud carinan şer dike, carinan dîplomasî dimeşîne, lê daxwazên Kurdan tu caran nayên qebûlkirin.

Di dawiyê de, berxwedan di 13’yê Gulana 1932’yan de bidawî dibe. Şêx Mehmud 9’ê Kewçêra sala 1956’an li nexweşxaneyek Bexdayê çû ser dilovaniya xwe. Gora wî li mizgefta Gewre ya Silêmaniyê li kêleka bapîrê wî Kake Ehmedî Şêx spartine axê.

Daxwaza wî hîn pêk nehatiye

Di ser serhildana Şêx Mehmud re 100 sal derbas bûne, lê daxwaza Şêx Mehmud a yekîtiya netewî hîn jî pêk nehatiye. Her wiha polîtîkayên ku hêzên herêmî û derve yên li dijî Kurdan û perçekirina wan, berdewam dikin. Îro jî li aliyekê têkoşîneke bêhempa ya ji bo azadiyê tê meşandin, lê li aliyê din, hewldanên perçekirin, dijberkirin û tunekirina Kurdan didomin.

Hunermendê nemir ê Kurd Kawîs Axa jî, di strana xwe ya bi navê “Şêxê Min” de, qehremaniya Şêx Mehmud û nîgeraniya wî ya li hemberî perçebûna Kurdan vedibêje.

(şk)