Ji berî 38 salan PKK’ê bi teqandina guleya yekem di dîrokê de rûpelek nû vekir û li gel têkdana xewna faşîzmê, hermû farasatên kevin ên ji beriya xwe derbas kir. Guleya yekem a li dijî dagirkeriyê, deriyek nû ji bo zemînê şoreşek nû li dijî dagirkerî û faşîzmê vekir.
Piştî 28 serhildanên Kurdan ên li dijî dagirkeriyê ku hatibûn çewisandin, zêdetirî 40 salan bêdengiyek di nava Kurdan de hebû û ti serhildan û şoreşan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serî nehilda bû.
Di vê rewşa dijwar de, PKK weke çirûskekê di nava tarîtiyê de û di nava zemînê şoreşên hatîn çewisandin de derket û dawî li zemanê tarî tîne. Xalekê li ser dîroka neteweyî, azadîxwazî ya gelê Kurd zêde dike û dest bi nivîsandina dîrokek nû û tîje lehengî, serwerî û fedekarî dike.
Li dijî tevgerên şoreşgerên Kurd û Tirk ên li Tirkyeyê û Bakurê Kurdistanê, di 12’yê Îlona 1980’an de genelarên faşîst ên dewleta Tirk bi serokatiya Kenan Evren darbeya leşkerî kir û dest danîn li ser desthilatê. Bi riya vê darbeyê rejîma faşîst a 12’yê Îlonê dest bi pêla girtin, binçavkirin, êşkencekirin û zordariyê kir. Herî zêde endam û kadroyên PKK’ê ji vê darbeya leşkerî ya faşîst û zordar para girt û gelek jê hatin girtin.
Hevserokê Konseya Rêveber KCK’ê Cemil Bayik ku yek ji damezînerê PKK’ê ye, wiha qala wê qonaxê dike: “Dema ku PKK hate damezirandin, çend komên Kurd li Tirkiyeyê hebû. Lê, ferasata wan neteweperestî bû. Me dixwest hemû tevgerên çep û şoreşger di bin sêwanekê de kom bikin, da ku bi hêz bibîn. Lê, wan li dijî me tevger dikirin û ji me re digotin, hun ne Kurd in. Di nav de PDK Tirkiyeyê jî hebû.”
Herwiha têkildarî vegera welat û xebata çekdarî de jî Bayik wiha tîme ziman: “Dema ku em ji Enqerê berbi welat vegeriyan, di wê demê de, Sekreterê PDK-T yê bi navê Sîrac Bîlgîn ji me re got, ‘Nabe bên Kurdistanê, eger hûn em ê lingê we bişkênîn.”
Bayik diyar kir ku ew komên gerîla yên li Beqa perwerdeya leşkerî, bîrdozî, siyasî û rêxistî dîtibûn, ji bo welatan hatin rêkirin û bi selametî gihîştin qadên xwe, hinek li Başûrê Kurdistanê û hinek li herêma Botanê dest bi propagandaya leşkerî kirin û got: “PDK’ê dixwest, wan hemû kadroyan bike çekdarên xwe û li berjewendiyê xwe de bide şerkirin, da ku em di bin kontrola wê de bîn, ber bi Bakur gav neavêjin û nebin tevger. Heta li Heftenînê komên me xistin nava komên xwe û pê şer dan kirin. Rêber Apo bi tundî ev rewş rexne kir û daxwaz kir ku biçin Bakur û şerê gerîlatî pêş bixin. Heval Egîd zêdetir li Bakur bû û ji bo şerê çekdarî amadekarî dikir.”
Tevî hemû astengiyan, di civînek li çiyayê Lolanê de, biryara destpêkirina xebatên çekdarî ya gerîla tê dayîn. Herwiha biryar tê dayîn ku li dijî leşkerên Tirk ên li Dihê, Şemzînan û Şaxê di 15’ê Tebaxa 1984’an de çalakî werin kirin.
Ji bo çi roja 15’ê Tebaxê hate hilbijartin?
Cemil Bayik di pirtûka ‘Dîroka ji Agir’ de wiha qal dike: “Di serî de me biryar da ku di 14’ê Tîrmehê de tevgera çekdarî ya gerîla bi fermî ragihînin, armanca me ya vê rojê, bersivdayîna berxwedana girtîgeha Amedê ya bi pêşengiya Akif Yilmez, Elî Çîçek, Kemal Pîr û Mehmed Xeyrî Durmuş bû. Ev çanda PKK’ê ye, ji ber ku tevgera şehîdane. Weke çawa bi tolstandina Heqî Karar bûn partî, bi tolstandina hevalên din jî, me biryar da ku tevgera çekdarî ya gerîla çêbikin. Lê, me dît ku dem gelek kême, di vê rojê de pêre nagihîjin, lewma me ji bo 15’ê Tebaxê paşxist.”
Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi fermandariya Mehsum Kurkmez (Egîd) PKK’ê yekem çalakiya leşkerî li dijî artêşa Tirk a dagirker bi serkeftî kir.
Ev jî ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bû pêngavek şoreşgerî ya mezin û deng veda. Li wir gel û gerîla dibin yek. Ji ber vê jî ev pêngav, weke vejîna gelê Kurd tê pênasekirin.
Berteka PDK’ê Ii dijî pêngava 15’ê Tebaxê
Cemîl Bayik diyar kir ku li hemberî vê pêngavê PDK gelek aciz bû, ji ber ku bêyî wê ev pêngav hate avêtin û got: “Heta peywendiyên xwe yên li gel me lawaz kir, qut kir û peywendiyên xwe li gel dewleta Tirk xurt kir. Heta em li Başûrê Kurdistanê qedexekirîn û gotin, ‘li başûr nemînin û hûn li kûderê bîn em qebûn nakîn’ Ji vir û şûn de çûn li ser wargehên me. Li Bakur jî cehş li dijî me çêkirin. Ji bo li dijî me şer bikin çek dan wan.”
Hevserokê Konseya Rêveber KCK’ê Cemil Bayik wiha tîne ziman: ”Pêngava vejînê ya ku bi 15’ê Tebaxê re dest pê kirî, şoreşên çandî, netewî, civakî, jinî, demokratîk, siyasî û giyanî kiriye û rastiyeke nû ya Kurd ava kiriye. Rêber Apo bi taybetî plansaziya wê kiriye ku 15’ê Tebaxê şoreşên wiha bike. Ji bo vê jî civaka me jî, qedroyên me jî, dostên me jî bi taybetî perwerde kiriye. Analîzên bi sedan cildî yên civakî, siyasî, çandî, li ser kesayatê, netewî, jiyana demokratîk, li ser jin û malbatê kiriye. Bêyî ku Kurd wiha bi berfirehî bihatana perwerdekirin ne pêkan bû ku ji hemû paşverûtiyan xilas bibûna.”
Li gorî gotina pêşmerge û têkoşerên dêrîn ku şahidên wê qonaxê ne, tevgera şoreşgerî ya di nava pêşmerge deyên weke Komeleya Rêncberan, Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) û aliyên çepgir de, bi pêngava 15’ê Tebaxê kêfxweş bûn û gelek girîng dîtine. Bi taybet ew kadroyên ku di serdema Şehîd Aram de tevlî nava şoreşê bibûn. Şehîd Aram carekê ji pêşmergeyan re dibêje: “Divê ewqas bi hêz bibîn, alîkariya tevgera Bakur jî bikîn.”
Ev gule bû agir, heta îro jî li kûderê stem, dagirkerî û faşîsm hebe li dijî, geş dibe. Bi çeka Fermandar Egîd îro li çiyayên azad ên Kurdistanê, li Zap, Metîna û Avaşînê ciwanên azadîxwaz li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk şerê hebûna gelekê dikin. Tevî ku dewleta Tirk hemû çekên kîmyawî û teknolojiya pêşketî li dijî gerîla bi kar tîne, lê gerîla 38 salin bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşînek bêhempa dike.
(ab)