‘AKP’ê li hemberî têkoşîna doza neteweyî ya Kurd darbe xwariye’

image_print

Çarşem, 18 May 2016 – 15:35 

‘AKP’ê li hemberî têkoşîna doza neteweyî ya Kurd darbe xwariye’

Nivîskar û rojnamegerên parêzgeha Kerkûkê li ser rewşa Bakûrê Kurdistanê radigihînin ku “AKP li hemberî têkoşîna doza netewî ya Kurd darbe xwariye.”


SORAN MIHEMED/ KERKÛK

Nivîskar û rojnamegerên parêzgeha Kerkûkê li ser rewşa Bakûrê Kurdistanê radigihînin ku “AKP li hemberî têkoşîna doza netewî ya Kurd darbe xwariye.”

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar rû didin, hîna jî komkujî li hemberî gelê Kurd didomin. Hikûmeta AKP’ê ji bo rê li ber têkoşîna gelê Kurd bigire hewil dide Bakurê Kurdistanê bi tank û topan kavil bike. Gelê Kurd jî, ji bo axa xwe biparêze û Kurdbûna xwe ji dest nede dest bi şerê kolanan kiriye.

Nivîskar û rojnamegerên parêzgeha Kerkûkê têkildarî rewşa dawî ya Bakûrê Kurdistanê, her wiha êrîşên dewleta Tirk ji ajansa me re axivîn.

Nivîskar Şaho Elî der barê siyasetên AKP’ê de ji ajansa me re axivî û diyar kir; “Dewleta Tirk her tim li hemberî gelê Kurd siyaseta nasiyonalîst û faşîstane esas wergirtiye, li dijî hemû aliyên azadîxwaz bûye û bi taybet bizava azadîxwaz a gelê Kurd. Ev înkar û tune hesibandin di demekê de ye ku şerê gelê şorşgerî ber bi serketinê ve diçe pêk tê. Ji ber ku tevî lîstikên cîhanê di destê DYA û Ewropa de ye, ji ber wê da bikarin hinek sermayeyên aborî, siyasî û stratejîk bi dest bixin di navçeyê de li pey lîstokan in.

Şaho Elî got; “Dijminên Kurdan bêtifaqiya wan bi kar tînin, da galê Kurd têk bibin, sedem ew e ku di nava Kurdan de li ser asta tevahî Kurdistanê hevgirtin û hevkarî nîne. Komploya hin partiyên Başûrê Kurdistanê jî bûye sedem ku di nava Kurdan de hevgirtin pêk neyê.”

Di heman çarçoveyê de rojnameger Şalaw Mihemed jî wiha diyar kir; “Her ku diçe li Bakûrê Kurdistanê hêza Kurdan bihêztir dibe û ji berê berovajîtir êdî Kurdîtî şerm nîne, serbilindî ye. Ew partiyên nijadperest ku li Tirkiye dijminatiya xweseriya Kurdan dikin ji bihêzbûna Kurdan ditirsin, niha jî di nava partiyên nijadperst de baweriyek çêbûye ku Kurd ne ew xirabên AKP behsa wan dike ye.”

Şalaw Mihemed di berdewama axavtina xwe de wiha axivî; “Divê gel û medya me şiyar bin, da partiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî nebin amûrê vê kavilkirina ku îro li Bakurê Kurdistanê pêk tê. Nemaze divê li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi yek dengî zext werin kirin, ji bo doza gelê me li Bakûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk ne tenê li Bakûrê Kurdistanê hewil dide Kurdan têk bibe, her wiha hewil dide Başûrê Kurdistanê jî vala bike.

Şalaw Mihemed li ser bombebaranên balefirên dewleta Tirk jî axivî û diyar kir; “Hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji wan bombebaranan bi fikarin ji ber ku Hikûmeta Herêmê li hemberî van êrîşan bêdeng maye. Ez hêvîdarim peymanên petrol û aboriyê negihêjin qonaxeke cuda, ji ber ku xwîna zarokekî Kurd ji hemû dosyeyên petrolê bi nirxtir e.

Hikûmeta Tirk zarokên Kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd dixe, dixwaze di bin navê terorê de kiryarên xwe yên kuştinê rewa nîşan bide. Hukûmeta Herêmê jî bêdeng dimîne, ev bêdengî ji me re dibêje ku Hukûmeta Herêma Kurdistanê ne kurd e.”

(zb)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist