کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Gelawêj 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Aktîvîstên Hewlêrê: Hevkarî û nokeriya ji bo dagirkeriyan tê wateya firotina xakê

  ROJNEWS- HEWLÊR
07/05/2022 - 7:38:48 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Aktîvîstên Hewlêrê diyar kirin ku gumana wan ji bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê heye û got: “Hevkarî û nokeriya ji bo dagirkerên Kurdistanê tê wateya nexwediyê welatê xwe ne û xakê difiroş in dijmin.”

Li Herêma Kurdistanê nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewam diin.

Aktîvîstê Hewlêrê Hewrê Kurdî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Dewleta Tirk dijmintiya xwe ya li hemberî gelê Kurd berdewam dike. Bi her awayî êriş dike li ser xaka Kurdistanê û çand û zimanê Kurdî têk dide. Lê, yekane hêza ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derdikeve PKK ye ku dikare çand, ziman û welatê me biparêze.”

Hewrê Kurdî diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî êriş û leşkerkêşiya dewleta Tirk cihê gumanê ye, ji ber ku dewleta Tirk bi xwe diyar dike ku bi hevkariya dostên xwe êrişan dike û got: “Lê xaka me tê dagirkirin, hikûmet bêdenge. PDK’ê gelek caran şer li gel PKK’ê kiriye. Lewma di encama şerê Kurd bi Kurd de, tenê gelê Kurd zererê dibîne. Ev jî di sûdê dijmin de ye. Lewma pêwîste hemû xelk û alî li dijî şerê Kurd bi Kurd rawestin. Herwiha rê nedin şerê Kurd bi Kurd.”

Aktîvîst Rêbaz Mistefa bal kişand êrişên dewleta Tirk û got: “Li dijî derketina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk erkek nîştimanî û exlaqî û mirovî ye. Divê hemû Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk rabin. Ji ber ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê topbaran dike û binesaziya aboriya me lawaz dike. Herwiha ji ber bombebarana artêşa Tirk xelk û gerîla şehîd dibin.”

Aktîvîst Rêbaz Mistefa wiha domand: “Ew aliyên ku hevkariyê pêşkêşî dagirkerên weke Tirkiyeyê dikin wê rûyê wan di nava xelkê de reş bibe. Wê timî rûreşî di nava çavê wan bimîne. Ji ber ku nokerîkirina ji bo dagirkerên Kurdistanê, tê wateya ew kesane nexwedî nîştiman in û xakê difiroşin dijmin.”

(ab)

Nûçeya berê

Cemal Bizurg Pur: Divê aliyên siyasî ji bo dagirkeran ti derfetê nehêlin

Nûçeya pişt re

Girtiyê siyasî: PKK fikrek û îdeolojiyeke, dewleta Tirk nikare bi şer çareser bike

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

KNK’ê û Desteya Mafê Mirovan binpêkirinên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin

KNK’ê û Desteya Mafê Mirovan binpêkirinên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin

Gelawêj 16, 2022
30 parlamenterên Herêmê: Jiyana girtiyên Behdînan di metirsiyê de ye

30 parlamenterên Herêmê: Jiyana girtiyên Behdînan di metirsiyê de ye

Gelawêj 16, 2022

KNK’ê û rewşenbîrên Hewlêrê metirsiyên li ser Kurdistanê nîqaş kirin

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî

Îdia: Li Kobanê 16 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa hêzên Îranê de 12 kolber birîndar bûn

Nûçeya pişt re
Girtiyê siyasî: PKK fikrek û îdeolojiyeke, dewleta Tirk nikare bi şer çareser bike

Girtiyê siyasî: PKK fikrek û îdeolojiyeke, dewleta Tirk nikare bi şer çareser bike

Yên Li Pêş

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Gelawêj 16, 2022

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: “Guleya 15’ê Tebaxê, tirs û xofa di dilê Kurdan de şikand û bû mîladek nû....

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Gelawêj 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de soza şopandina rêya...

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Gelawêj 16, 2022

Şehîd Sadiq Sindî kesayetek qehreman ê devera Behdînanê bû, lingek wî li Beka li cem Rêber Ocalan bû, lingê wî...

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Gelawêj 16, 2022

Li Rojhilatê welat mîna teyrek baz di ser çiyayên Kurdistanê re dest bi firînê dike, çeka wê li Şaho ye,...

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Gelawêj 16, 2022

Ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve navenda bajarê Kobanê, Girê Miştenûrê û rêya Helebê hatin topbarankirin. Navenda bajarê Kobanê...

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Gelawêj 15, 2022

Li Silêmaniyê bi boneya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, şahiyek hat lidarxistin. Di saetên êvarê de li Seyrangeha Serawî ya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist