کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Pûşper 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Aktivîstên Ranyayê: Gerîla li pêşiya dagirkeriya Tirk astenge

  ROJNEWS- RANYA
20/05/2022 - 7:35:07 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Rojnamevan û parêzerên Ranyayê diyar kirin, ne di cih de ye mirov ji PDK’ê bixwaze ku pêşî li êrişên dewleta Tirk bigre û gotin: “Ji berku PDK bi her awayî ketiye di xizmeta dewleta Tirk de û hêzên din jî li xwe alandiye û wan bê helwest hiştiye. Tenê gerîlayên PKK’ê dikarin pêşî li xewna dewleta Tirk a dagirkeriyê bigrin.”

Êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji 17’ê Nîsana 2022’an ve bi hevkariya PDK’ê berdewam dikin. Aktivîstên navçeya Ranyayê jî li dijî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk ji Rojnews re axivîn.

Rojnamevan Renc Osman da zanîn armanca dewleta Tirk ne tenê ewe ku hin deverên Başûrê Kurdistanê têxe bin kontrola xwe. Renc got: “Armanca dewleta Tirk ji wê yekê gelek mezintire. Dixwaze sinorên berê yên Osmaniyan carek din bixe dibin kontrola xwe de û dagir bike. Niha ti astengiyek li pêşiya vê dagirkeriya Tirk nine. Berovajî hemahengî û hevkariya hin hêzên Kurdî li gel dewleta Tirk de hene ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê.”

Di dewamê de Renc Osman destnîşankir PDK bûye nokerê dewleta Tirk û wiha domand: “Ev jî wê yekê derdixe ku hêzên Kurdî ne hêzên nîştimanî netewî ne. Ne bi hestên civaka Kurdî re ne. Roja hatîn avakirin bi plana îstixbaratên herêmî re tevdigerin û li gor berjewendiyên wan di meşin. Ji bilî gerîlayên azadiya Kurdistanê, ti hêzek din rê li pêşiya dagirkeriya Tirk nagirin.”

Her wiha Rojnamevan Renc Osman got, “Nabe daxwaz ji PDK’ê were kirin pêşî li êriş û dagirkeriya Tirk bigrin. Ji berku PDK bi her awayî ketiye di xizmeta dewleta Tirk de. Ji bona wê zehmete bikare dest jê berde. Ne tenê PDK, hêzên din ên Başûr jî bi rêya PDK’ê xwe li van berjewendiyên li gel Tirkiyeyê alandine. Ev jî xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Lê PKK bi dijwarî rêgirî li xewna Tirkiyeyê dike. PKK ne tenê bo Qendîlê, bo hemû Kurdistanê gelek giringe. Ger PKK nebe, Tirkiye wê dagirkeriya xwe leztir bike û zûtir Kurdistanê dagir bike.”

Derbarê mijarê de Parêzer û Aktivîstê Siyasî Letîf Haris jî got: “Dewleta Tirk sud ji parçebûna nava Kurdan digre. Bi taybetî siyaseta aloz û ne exlaqî ya ku PDK di meşîne bûye sedem Tirkiye zêdetir sûd ji aloziya nava Kurdan wergire. Ev jî wê yekê nîşan dide, her hêzek siyasî ne di berjewendiya gelê xwe de be û bingehê demokrasî û pêşxistina jiyana gelê xwe armanc neke, serî li hêzên dagirker dide. PDK’ê jî heman kar kiriye û wê ji beriya her kesê ziyan bigihe wê. Lê ji bo hebûna xwe berdewam bike, guh nade wan ziyanan.”

Letîf Haris behsa armanca PDK’ê ya hevkariya bi dewleta Tirk re jî kir û diyarkir; “Du armancên PDK’ê yên ji bo hevkariya bi dewleta Tirk re hene. Yan PDK dixwaze bi hatina dewleta Tirk re heman rola mîrnişînên Kurdan bibîne û bibe noker li dijî hêzek din a Kurdî, yan jî pişta xwe daye deng û razîbûna gel a li siyaseta wê û ji bo wê jî çuye serî.”

Rojnamevan Diyarî Mihemed jî da zanîn PKK ezmûnek dîrokî di komkirina xebata beşên cûda de heye. Diyarî Mihemed got: “Daxwaz ji tevayî aliyên siyasî dikim li dijî dagirkerî û dijminên gelê Kurd yekgirtî û yekhelwest bin.”

(kş)

Nûçeya berê

Şelala Dola Şehîdan bi ciwaniya xwe bala geştiyaran dikêşe

Nûçeya pişt re

Ednan Osman: Dahata Herêmê ji aliyê hizban ve tê talankirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Pûşper 28, 2022
HPG: 17 dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin

HPG: Li Avaşîn, Zap û rojavayê Ava Zê 34 dagirker hatin cezakirin-Hate Nûkirin

Pûşper 28, 2022

Dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê qir dike: Desthilata Başûr çav jêre digire!

34 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Nûçeya pişt re
Ednan Osman: Dahata Herêmê ji aliyê hizban ve tê talankirin

Ednan Osman: Dahata Herêmê ji aliyê hizban ve tê talankirin

Yên Li Pêş

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Pûşper 27, 2022

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” merasîma sêyemîn salvegera şehadeta Endamê...

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

Pûşper 27, 2022

Hat gotin, hin kelûpelên ku Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê...

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Pûşper 28, 2022

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang...

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Pûşper 28, 2022

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin,...

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Pûşper 28, 2022

Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin...

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Pûşper 28, 2022

JIYAN PÎRAN / MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev çend salin ji bo pêşwazîkirina nan firneyek ...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist