Aktîvîstên Seyidsadiq diyar kirin ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve li ser Rojavayê Kurdistanê girtina deriyên Sêmalka û El Welîd şermek mezine û divê her kes ji bo berjewendiyên gelê Kurd de kar bikin û gotin: “Tişta ku PDK bi awayê îdeolojî, aborî û siyasî li hemberî Rojavayê Kurdistanê dike, şereke bi riya dewleta Tirk dike û eger ev derî bi girtî bimînin, wê karasatek mezin a mirovî rû bide.”
Di 16’ Kanuna 2021’an de çekdarên PDK’ê bêyî biryara parlamento û hikumeta Herêma Kurdistanê, deriyên Sêmalka û El Welîd li ser Rojavayê Kurdistanê girtin. Hîn derî nehatiye.
Aktîvîstên Seyidsadiq a ser bi Silêmaniyê têkildarî girtina deriyên Sêmalka û El Welîd ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser Rojavayê Kurdistanê de girtiye ji Rojnews’ê re axivîn.
Aktîvîst û Mamosta Ednan Qadir got: “Di sala 1991’an de gelê Kurd raperîn kir. Herî dawî piştî ku ji destê rejîma Baas rizgar bûn, welatên herêmê, ligel PDK û YNK’ê weke du partiyên siyasî lihevkirin. Ev jî ji bo nehiştina mûxalefeta li hemberî siyaseta wan welatan bû. Girtina deriyê Sêmalka û El Welîd jî beşek ji vê siyaseta PDK’ê ya berê ya li hemberî partiyên mûxalefetên dewletên dagirker ên Îran û Tirkiyeyê ye.”
Ednan Qadir wiha domand:”Niha li Rojavayê Kurdistanê asoyek derdikeve. Lê, ev partiyên herêmê, ji ber ku di berjewendiyên Îran û Tirkiyeyê de kar dikin, dixwazin partiyên Rojavayê Kurdistanê weke partiyên Başûrê Kurdistanê bêqîmet bikin ku ev jî siyaseteke ku bi ti awayî di berjewendiyên Kurdan de nîne. Belku li hemberî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê siyasetek dijminane û sitemkariyane.”
Ednan Qadir diyar kir ku ji alyê PDK’ê ve li ser Rojavayê Kurdistanê girtina deriyan şermek mezine û got: “Divê êdî berjewendiyên welatên dijminên gelê me li ber çavan negire.”
Herwiha Aktîvîst Zana Elî got: “PDK bi riya partiyên ENKS’ê dixwaze rewşa Rojavayê Kurdistanê têk bide û ji aliyê her kesê ve eşkere li Rojavayê Kurdistanê aramî û yasa heye. Bi awayek baş hikûmetê rêve dibin. Tişta ku PDK bi awayek îdeolojî, aborî û siaysî li hemberî Rojavayê Kurdistanê dike, şereke bi riya dewleta Tirkiyeyê re ye dike. Ji aliyê PDK’ê ve girtina deriyên Sêmalka û Welîd j hemû nirxên siyasî, mirovî dure û ji me re dibêje ku PDK dixwaze xelkê Rojava ji birça bimire. Êdî ceşatî û nokeriya ji welatên biyanî re bese. Tişta ku PDK dike, sûçekî kirête. Herî dawî sivîl ziyanê dibînin.”
Zana Elî diyar kir ku divê derî ji bo Rojavayê Kurdistanê werin vekirin û got: “Eger ev derî bi girtî bimînin, wê karesekî mirovî ya mezin rû bide. Ji bo vê armancê jî daxwazê ji kesên di nava PDK’ê de desthilatdarî di destê wan de ye biryarê bidin ku êdî cezayên aborî nedin welatiyên vî beşê Kurdistanê û derî ji bo wan vekin.”
(ab)