'Armanca dagirkeran ewe ku dubendiyê têxin nava hêzên Kurdistanê'

Çavdêrên siyasî li Hewlêrê gotin ku nabe bi tû awayek hêzên siyasî yên Kurd tevlî pilanên dagirkerên Kurdistan, bi taybetî jî pilanên dewleta Tirk bibin. Çavdêran gotin, armanca dijminan ewe ku dubendî û aloziyê têxin nava hêzên Kurdan.


Çavdêrên Siyasî yên li Hewlêrê têkildarî bombebarankirina sinorên Başûrê Kurdistan û pilanên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji Rojnews'ê re axivîn.

Çavdêrê Siyasî û Endamê Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK) Şukrullah Hemed Emîn têkildarî armancên dagirkeriya dewleta Tirk got; "Pêwîste em nehêlin ku dijmin bikare dinava hêzên siyasî yên Kurdistanê de dubendî û aloziyê derxe. Hemû serkirdeyên hizban diyar dikin ku êdî carek din şerê navxwe dernakeve, divê xwedî li vê gotina xwe derkevin û rê nedin ku tu hizbek Kurdistanî tevlî pilanên dijminan bibin. Ji ber ku armanca sereke ya Tirkiye ewe ku dubendî û aloziyê bixe nava gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurdan."

Şukrullah Hemed Emîn daxwaz kir ku şerê navxweyî dinava Kurdan were heramkirin û wiha pêde çû; "Divê ne PDK nejî PKK nekeve nava wan pilanên ku Tirkiye dixwaze pêkbîne."

Li ser heman mijarê Çavdêrê Siyasî Bêkes Hemeqadir jî balkişand ser niyazpakiya dinava aliyên siyasî yên Kurdistanê de û wiha axivî; "Divê em vê qonaxê derbaz bikin ku carek din Kurd li gel Kurd şer neke. Divê em rê nedin ku dagirker bikarin li Kurdistanê de bi cîh bibin. Ma êdî çi maye dagirker bi Kurdan bikin? Divê Kurd cihê xwe bizanin ji ber ku niha li ser asta navnetewî aktorek giringin û xwedî cihek taybetin. Kurd bi yekbûnê dikarin mafên xwe bidestbixin."

Têkildarî êrîş û bombebaranên artêşa Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî Bêkes Hemeqadir got; "Tirkiye tû deman bombebaranên xwe ne sekinandiye, Balefirên Tirkan tu deman bi ser me de gul ne barandine,  ji bona wê divê tu bendeweriyên me ji Tirkiye nebin. Ji bo rawestandina van êrîşan divê gel bikeve nava tevgerê û kar li ser vê yekê were kirin. Ew ji komkujiyên Kurdan têr nabin û dawî li siyaseta xwe ya du rû naynin. Ji bona wê divê em Kurd jî li dijî van êrîş û dagirkeriyan bêdeng nebin û temaşe nekin."

(şk)