Artêşa Tirk a dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kir

Balafirên artêşa Tirk a dagirker, herêma binarê Qendîlê bombebaran kir.


Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê didomin. Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, balafirên şer ên artêşa Tirk îşev saet derdora 22.00’yan de derdora gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku liv û tevgera balafiran li herêmê berdewam dike.

Derbarê bombebaranê de zanyarî nehatin bidestxistin.