Artêşa Tirk gundên Şêrawa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava dagir kiriye, bi topan gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê bomberdûman kirin.


Li gorî agahiyan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi çekên giran topbaran dike. Hat zanîn ku hîn jî topbarana artêşa Tirk a ser gund berdewam dike.,