Artêşa Tirk gundên Sîdekanê da ber topan

Dewleta Tirk gundên ser bi Sîdekanê ku dikevin herêma Biradost bi tundî topbaran kir. Di encama topbaranê de rêyên di navbera gundan de zirereke mezin dîtin.


Îro seat 10.30’ê danê sibehê, topxaneya artêşa Tirk ya li çiyayê Ketkîn a nêzî gundê Bermîzê ya Sîdekanê, gundê Kendgelî ya Sîdekanê da ber topan.

Di encama topbarana artêşa Tirk de zirereke mezin gihişt rêyên di navbera gundên Kendegelî, Xelîfan û Alekan.

Ji ber topbaranê hatin û çûyina di nava gundan de rawestiyaye.

(ep/bz)