Artêşa Tirk a dagirker herêma Biradost topbaran kir. Ji ber topbaranê ziyan giha bax û baçxeyên welatiyan.
Artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gundên Sinîn û Gerwî Kareşkê yên herêma Biradost topbaran kir. Ji ber topbaranê ziyan giha bax û baçxeyên welatiyan. Herwiha riya sereke ya gundê Sinînê jî xerab bû.
Şeva borî jî artêşa Trik deverên Robî, Riwal taristaw, Hewreben û Kanîbayê tobaran kir. Lê tiştek bi kesekê nehat.
(ab)