Artêşa Tirk herêma Sîdekan bombeberan kir

Artêşa Tirk a  dagirker bi dijwarî Çiyayê Kewêt yê bajarokê Sîdekan ê Hewlêrê bombebaran kir.


Şevê din di saet 20.00'an de dewleta Tirk bi dijwarî Çiyayê Kewêt yê bajarokê Sîdekan ê Hewlêrê bombeberan kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di dema bombebaranê de welatiyên li gundên wê herêmê  ji ber tirsa bombebaranê ji gundên xwe derketin û  li gundên nêz bi cih bûn.

Herwiha welatiyên li wê herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk bi hînceta hebûna gerîlayên HPG'ê herêmê bombeberan dike, lê baregehên wan li wir nîne.

Bombebaranê nîv saetê berdewam kir.

(ab)