
Artêşa Tirk û çete êrîşî gundên Til Temir dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Til Temir dikin. Li herêmê şerekî giran diqewime.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibê de bi çekên giran êrîşî gundên Dawudiyê, Mehmûdiyê, Qasimiyê û Til Werdê dikin.
Di encama êrişan de leşkerekî rejîma Sûriyeyê birîndar bû.
Li herêmê şer berdewam dike.