Asayîşa PDK’ê destûr neda Mexmûrî tevlî merasîma Xerîb bibin

Welatiyên wargeha Penaberan a Mexmûrê ku xwestin tevlî merasîma bîranîna Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî ya li Qendîlê bibin, ji ber astengkirina asayîşa PDK’ê neçar man vegerin wargehê.


IIro li Binarê Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û hevalên wî merasîmeke girseyî a bîranînê tê lidarxistin. Ji serê sibehê ve ji gelek herêmên Başûrê Kurdistanê welatî diherikin Raperîn, ji bo tevlî merasîmê bibin.

Penaberên wargeha Mexmûrê jî bi karwaneke qelebalix xwestin tevlî merasîma bîranînê ya Diyar Xerîb bibin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ya herêma Mexmûrê û Hewlêrê ve hatin astengkirin.

Li gorî zanyariyan tevî israra gel jî , asayîşê bi awayeke keyfî wan daye sekinandin. 

(bz)