Asayîşa PDK’ê du endamên YNK’ê girt in

Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê du endamên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) girt in. Rêveberekî YNK’ê eşkere kir ku bêyî biryara dadgehê hatine girtin û girtina wan derqanûnî ye.


Li bajaroka Qesrî ya ser bi Çoman a  Hewlêrê şevê din asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 endamên YNK’ê ku yek pêşmergeyê YNK’ê û yê din jî kadroyê YNK’ê ye girtin.

Berpirsê Rexistina Komîteya YNK’ê ya Qesrê Wirya Wesanî têkildarî girtina wan ev agahî dan Rojnews’ê;”Di demên cuda de, Berpirsê Rêxistina Azadiya Lawên Kurdistanê ya Qesrê Şemal Mela û kadro û pêşmergeyê me Karox Bekir li Qesrê hatin girtin. Bêyî biryara dadgehê û derqanûnî hatine girtin.”

Berpirsê Rexistina Komîteya YNK’ê ya Qesrê Wirya Wesanî got;”Ev endamên me li ser torên civakî berdewam rexneyên xwe tanîn ziman. Lewma dibe ku ji ber rexneyan hatin girtin. Eger her tiştek din ji bo rawakirina girtina wan destnîşan bikin hîncete.”

(ab)