Asayîşa PDK’ê nahêle penaberên Mexmûrê biçin Hewlêrê

Asayîşa PDK’ê piştî bûyera li Hewlêrê qewimî, nahêle karker, nexweş û welatiyên wargeha penaberên Mexmûrê biçin Hewlêrê.


Li Hewlêrê di 17 Tîrmehê di saet 14.00'an de şandeyekî ya konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê diçe Xwaringeha Huqqabaz. Li Xwaringehê şande tê gulebaran kirin. Di encamê de kuştî û birîndar çêdibin.

Medya Tirk jî di serî de eşkere kir ku di bûyerê de 3 kes hatine kuştin û cîgirê konsolê Tirkiyeyê jî di nav de ye û qet qala sivîlan nehate kirin.

Piştî bûyerê rêyên Hewlêr-Kerkûk-, Hewlêr- Silêmanî û Hewlêr -Mexmûr li trafîkê hatin girtin. Ji bilî rêya Hewlêr û Mexmûr hemû rêyên din di demek kurt te hatin vekirin.

Rêya Mexmûr û Hewlêr jî hat vekirin. Lê  ne ji bo penaberên wargeha Mexmûrê. Asayîşa PDK’ê ji 17’ê Tîrmehê ve nehalê ti karker, nexweş û welatiyên xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê biçin Hewlêrê. Rojane bi sedan karker ji bo kar berê xwe didin Hewlêrê. Herwiha ji ber bê derfetiyê bi dehan nexweş jî diçin Hewlêrê.

Lê heya niha Asayîşa PDK’ê bê ku sedemek nişan bide, nehiştiye ti welatiyên xelkê wargeha Mexmûrê biçin Hewlêrê.

Hêjayî gotinê ye duh di saet 12:10’an de balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din êrîşê xelkê Mexmûrê kir. Balafiran di nîva şevê de derdora wargehê bombe kirin. Di encama êrîşa balafiran de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

(rn)