Asayîşa Silêmaniyê rê nade Tevgera Azadî kongreya xwe lidarbixe

Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî got ku asayîşa Silêmaniyê bê ku hêcetek nîşan bide, destûra lidarxistina kongreya Tevgera Azadî nade. Herwiha diyarkir ku ewê bi peywira xwe ve girêdayî bin û ji bo lidarxistina kongreyê hewldanên xwe berdewam bikin.


Di nava rojên borî de, Tevgera Azadî ji bo lidarxistina kongreya xwe bi fermî serî li walitiya Silêmaniyê da. Waliyê Silêmaniyê jî daxwaza wan şand asayîşa Silêmaniyê. Duh asayîşa Silêmaniyê bersiva Tevgera Azadî da û daxwaza lidarxistina kongreya Tevgera Azadî red kir.

Endamê Desteya Rêveber û berpirsê komîteya dîplomasî ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî li ser vê mijarê ji RojNews re axivî. Hisên da zanîn ku duh asayîşa Silêmaniyê ji wan re gotiye; ‘Em bi ti awayek destûra lidarxistina kongreyê nadin'.

Kerkûkî got ku asayîşê ti hêcetek nîşan nedaye û wiha pêde çû; “Despêkê îdareya Kerkûkê ji mere got ku, rewşa ewlekarî ya bajêr ne dest daye, ji bo vê me biryara paşxistina kongreyê da. Lê niha asayîşa Silêmanî ti hêcetek nîşan nade û em nizanin asayîş ji bo çi destûr nade em kongreya xwe lidarbixin.”

Hêjayê gotinê ye Tevgera Azadî di 3’ê Gulana îsal de ji bo kongreya xwe ya sêyemîn li Kerkûkê lidarbixe, hemû amadekarî kiribû. Lê piştî wê berdevkê Tevgera Azadî got ku ew bi hêzên ewlekariyê re axivîne û ji ber ku rewşa ewlekariyê dest nade, kongreya xwe ji bo demek nediyar paşdixin.

Tevgera Azadî di 17’ê Mijdara 2014’an kongreya xwe ya yekem lidarxist û damezrandina xwe ragihand. Di sala 2017’an de jî dûyemîn kongreya xwe lidarxistibû.

Tevgera Azadî ji 4’ê Kanuna 2017’an ve weke partiyek siyasî ji aliyê Iraqê ve hat pejirandin. Rêveberiya Tevgera Azadî gelek caran diyarkir ku wana ji bo daxwaza destûrê gelek caran serî li Wezareta Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê dane, lê wezaretê heya niha jî ti bersivek nedaye wan.

Piştî ku Tevgera Azadî bi awayek fermî hat pejirandin, bi amadebûna nûnerên Komîsyona Hilbijartina Iraqê kongreya xwe ya fermîbûnê lidarxistibû.

Di 25’ê Mijdara 2018’an de Hikumeta Herêma Kurdistanê biryara girtina hemû baregehên Tevgera Azadî da. Piştî wê 2 rojan hemû baregehên Tevgera Azadî yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê hikumetê ve hatin girtin.

Li rexmê ku li Bexda û Hewlêrê rêyên yasayî hatin bikaranîn, herwiha rêxistinên navnetewî jî li dijî girtina baregehên Tevgera Azadî derketin, lê hîn jî baregehên Tevgera Azadî nehatine vekirin.

(nr)