Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên dazanîn ku di sala 2021’an de li Şengal gelek geşedan hebûn û şêniyên Şengalê her di nava berxwedanê debûn. Hisên balkêşand ser siyaseta hikumeta Iraq û PDK’ê û got : “ Ne Iraq û ne jî desthilata Başûrê Kurdistanê rêzê li mafên gelê Êzidî nagire. Pêwîste gelê me di sala nû de li ser xeta şehîdan têkoşîn bike heya pêkanîna armancên wan.”
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên, buyer û geşedanên sala 2021’an ên li Şengalê Ji bo Ajansa me nirxand.
Hisên desnîşakir di nava salê de êrîşên dijwar li ser îradeya şêniyên Şengalê çêbûn û gelek berdêlên giran dan. Hisên dazanîn ku di demên herî hesas de êrîş li ser Şengalê çêbûne û wiha got :“Dinava salê de me rêheval û pêşengê xwe şehîd Seîd Hesen ji dest da. Lê hedefgirtina wî ne ji rêzê bû. Ji ber dema ku heval Seîd hate hedefgirtin biryar bû bi Kazimî û gelek rayedarên din ên Iraqê re hevdîtin pêk bîne. Di vir de em ji bo bêdengiya Iraqê tiştek nabêjin, lê divê êrîşê de hate xuyakirin ku agahiya hikumeta Kazimî ji vê êrîşê heye.”
‘Gelê me li dijî pilanên xerab yên ser Şengalê di nava berxwedan û têkoşînê de ye’
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê bal kişand ser pirojeyên dewletên herêmê ên li ser Iraq’ê û dazanîn; “ Gelek dewletên serdest hene, pirojeyên xwe di Iraqê de didin meşandin. Ew bi xwe pirojeyan hazir dikin û bêy ku gelê li herêmê berçav bigrin, dixwazin wan projeyan li Iraqê pêkbînin. Yek ji van pirojeyan jî, peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bû ku dixwestin îradeya şêniyên Şengalê tine bikin. Dîsan fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jî yek ji van pirojeyan bû. Lê Êzidiyan karibû rê li ber wê pilanê bigrin. Ew pilana ku dixwestin gelê me qir bike hate vale derxstin. Lê niha bi awayekî siyasî ev pilan li ser gelê me tên meşandin û dixwazin vê carê bi siyasetê plana qirkirinê bibin serî. Di nava salê de li himberî van plana gelê me bênavber di nava berxwedan û tekoşînê deye û bi îradeya xwe rê li ber van pilanan digre.”
‘Rêz li daxwazên Êzdiyan nayê girtin’
Azad Hisên destnîşan kir ku ne PDK ne jî hikumeta Kazîmî rêz li daxwazin Êzidiyan nagrin û wiha got: “Gelê me ku li Şengalê xwe rêxistin kiriye û xwe birêve dibe. Li milekî dinava çalakiyan deye ji bo ku îradeya wan bê naskirin. Lê rêz li van daxwazên Êzdiyan nayê girtin. Diyar dibe ku rêz li daxwazên gelê Êzidî nayên girtin. Ev yek li her derê dûbare dibe. Li Efrînê gelê me dîl hatiya girtin, cihên wan ên pîroz tên xirakirin. Li Başûr rê nadin ku gel daxwaza mafê xwe bike. Hikumeta Kazîmî jî li Şengalê de dixwaze gelê me bê îrade bihêle.”
‘Hikumeta Kazîmî dixwaze peymana 9’ê Cotmehê pêkbîne’
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê diyarkir şêniyên Şengalê di nava sala 2021’de bênavber dinava çalakiyan debûn û li dijî planên xerab rawestiyan û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Bi berdewamî gelê me di nava çalakiyan de bû. Erê em rastî ferman û qikirinê hatin, lê Iraqê heya çi astê xwe berpirsiyar dît û deynê Êzdiyan daye? Ruxmî vê Iraq jî weke Başûrê Kurdistanê nêzî Êzdiyan dibe. Gelê me li dijî êrîşên ku li ser pêşengên me tên kirin û li dijî binpêkirina serweriya Iraqê dengê xwe bilin dikin û çalakiyan dikin. Lê hikumeta Iraq li dijî wan çalakiyên rewa radiweste û ciwanên me digire. Hikumeta Kazîmî heya niha jî di nava hewildana de ye ku peymana 9’ê Cotmeê pêk bîne. Em dizanin ku peymana 9’ê Cotmehê parçek ji fermanê ye. Lê îro Iraq dixwaze ku bi şêwazekî din vê peymanê pêk bîne. Ji bo ku rastiya di Şengalê de neyê xuyakirin, rojnemevana dike hedef, ciwana çavtrisandî dike û bi madeya terorê wan digire. Ev jî ji bo ku gel liber xwe neda van dike.”
‘Em ê li ser xeta şehîdan bin’
Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên dest nîşan kir ku ewê heta dawî xwedî li şehîdan derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste di vê sala 2022’an de civaka Êzidî li ser xeta şehîdan berdewam be û xwesetekên wan pêk bîne. Em dizanin wê êrîş hebin. Bidestxistina mafê gelê Êzidî ne hêsane. Lê pêwîste em xwedî li têkoşîna kesên weke Mam Zekî û Mam Beşîr û hemû Şehîdên li ser vê axê canê xwe dane, derkevin. Jiyan, tekoşîn û berxwedaniya wan ji xwere wek dibistanekê bixwînin û bigehin armancên wan.”
(kş)