Balafirên artêşa Tirk gundên Amêdiyê bombebaran dikin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran dikin.


Êrîşên balafirên şer yên dewleta Tirk li ser xelkê Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Beriya 30 deqeyan balafirên şer yên dewleta Tirk gundên herêma Gare yên ser bi Amêdiyê a  ser bi Dihokê bombebaran kirin. Liv û tevgera balafiran li ser herêmê berdewam dike û hîn jî car caran bombebaran tê kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê  hatine standin, balafirên şer bi dijwarî gundan bombebaran kiriye. Herwiha hat zanîn ku balafirên artêşa Tirk a dagirker bi taybet gundê Spêndarê bi dijwarî bombebaran dikin.

Hîn jî nayê zanîn bêka di encama bombebaranê de tiştek bi kesê hatiye yan ne.

(nr)