Balafirên Îranê Balekayetî bombebaran dikin

Rejîma Îranê bi balafirên bêpîlat binarê çiyayê Helgort û çiyayê Çixî yên herêma Balekayetî bombebaran dikin.


Rejîma Îranê du rojin herêma Balekayetî topbaran dike. Tevî topbaranê, niha jî balafirên bêpîlot ên Îranê  piştî tevgera balafirên keşfê dest bi bombebarana binarê çiyayê Helgort û çiyayê Çixî yên herêma Balekayetî kirin. Ji ber bombebaranê, agir li bax û baxên welatiyan ketin û hîn nehatiye kontrol kirin.

Bombebaran didome.

Hêjayî gotinê ye ku duh di topbarana rejîma Îranê de li herêma Biradost jinek temen 18 salî şehîd bû û du birayên wê jî birîndar bûn.

(ab)