Balafirên şer derdora Şêladizê bombebaran dikin

Balafirên şer yên Tirk ji saet 11.30'an ve derdora Şêladizê û çiyayê Kurejehroyê bombebaran dikin.


Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, balafirên şer yên Tirk îro di derdora saet 11.30'an de derdora qezayaŞêladizê û Kurejehroyê bombebaran kir.  

Li gorî dîmen û wêneyên ku bi dest ketiye bombebaran li nêzî cihên sivîl çêdibe.

Li gorî agahiyan bombebarana li herêmê hîn jî dewam dike. 

Têkildarî zirer û ziyanê bombebaranê ti agahiyeke zelal bidest neketiye.

Hêjayî bibîrxistinêye ku duh di navbera komelgeha Qediş û navçeya Amadiyê de balafireke keşfê ya Tirk ketibû û piştî wê herêm ji aliyê balafirên şer ve hatibû bombebaran kirin. 

(bz)