Balafirên şer ên dewleta Tirk Qendîl bombebaran kir

image_print

În, 24 Feb 2017 – 08:32 

Balafirên şer ên dewleta Tirk Qendîl bombebaran kir

Şevê din derengiya saetên şevê balafirên şer ên dewleta Tirk cardin herêma Qendîl bombe kirin.


MIHEMED HESEN/ RANYE

Balafirên şer ên dewleta Tirk şevê din saetên direngiya şevê cardin herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medya û Çiyayê Kûrtekê bombebaran kirine.

Hat diyarkirin ku ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk nêzî 29 gundên herêma Qendîl bê ceyran mane.

Li ser bûyerê Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîl Mihemed Hesen ku ji ajansa me re axivî, got; “Ji ber bombebaranê ceyrana 29 gundan qut bûye. Beriya niha jî cardin ji ber bombebaranên balafirên dewleta Tirk ceyrana gundên Binarê Qendîl qut bibû.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist