Balafirên şer gundên Dînartê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk çend caran li ser hev gundên nehyeya Dînartê ya ser bi Akrê bombebaran kirin.


Balafirên şer ên dewleta Tirk çend caran li ser hev gundên Cam Şirê, Siranî û Babulê yên nehyeya Dînartê ya ser bi Akrê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên herêmî, balafiran 6 caran bombebaran kirin. Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.

(ab)