Barzanî: Benda ji bo pêşmerge hatiye destnîşankirin ne zelale

Pênçşem, 8 Berfanbar 2016 – 16:51 

Barzanî: Benda ji bo pêşmerge hatiye destnîşankirin ne zelale

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê Mesûd Barzanî ragihand ku xala ku di bûdceya Iraqê de, taybet ji bo pêşmerge hatiye pejîrandin ne zelale, dikare cûda cûda jî were fêmkirin û heta pê bêlîstin jî.  


NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê Mesûd Barzanî ragihand ku xala ku di bûdceya Iraqê de, taybet ji bo pêşmerge hatiye pejirandin eşkere û zelal nîne. Dikare cûda cûda jî were fêmkirin û pê bê lîstin.

Îro Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî derbarê benda taybet ya ji bo pêşmergeyan li qanûna bûdceyê ya 2017’an a Iraqê de daxuyaniyekî nivîskî weşand û got: “Benda ku ji bo pêşmerge li bûdceya 2017’an a Iraqê de hatî eşkerekirin ne eşkere û zelale.”

Mesûd Barzanî wiha jî got; “Meseleya çêkirina pirsgirêkan ji bo bûdceya pêşmerge û Herêma Kurdistanê ne tiştekî nû ye. Her ji sala 2015’an û vir Hikûmeta Iraqê erkên xwe yên hember pêşmerge û Herêma Kurdistanê pêk ne aniye. Bi taybet bi vê hişmendiya siyasî birîna bûdceya Herêma Kurdistanê, pêşî li birsî kirina welatiyên Kurdistanê vedike. Ew kesên ku dixwazin nanê gelê Kurdistanê bi birin, ne amadene ku pirsgirêkên gelê Kurdsitanê jî çareser bikin.”

Mesûd Barzanî, herwiha di derbarê hewldanên çareserkirina pirsgirêka bûdce ya hindek komên partiyên din ya Başûrê Kurdistanê jî wiha got:”Pêwîste parlementerên Kurd yên li parlementoya Iraqê de cih digirin, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicivin û bi berfirehî vê rewşê destbigirin. Eger qanûna bûdce û benda hatiye erêkirin di xizmeta Herêma Kurdistanêde be û bibe sedema dahateke mezintir wê li hev bikin.”

Barzanî bi berdewamî wiha dibêje: “Eger wê ziyanê bide Herêma Kurdistanê, divê hemû rastiyan bi awayeke zelal ji gelê Kurd re bêjin.”

Di bûdceya 2017’an ya Iraqê ku hatiye erêkirin de xala taybet bi pêşmergeyan wiha ye: Pêşmerge bûdceya xwe ji Wezareta Parastinê bigire. Ji bûdceya ji bo hêzên bejahî yên Iraqê hatiye veqetandin, wê pêşmerge bikare sedî 17’ê wê bigire.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist