Barzanî: Herêma Kurdistan ji bo guherîna destûrê şandek dişîne Bexda

image_print

Sêşem, 5 Nov 2019 – 17:14  HEWLÊR/ROJNEWS

Barzanî: Herêma Kurdistan ji bo guherîna destûrê şandek dişîne Bexda

Piştî civîna li gel aliyên siyasî û Serokkomarê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji çapemeniyê re axivî û got; “Herêma Kurdistan piştgiriya daxwazên xwepêşanderên Iraqê dike.” Her wiha Barzanî da zanîn ku ji bo giftûgokirin li ser destûra bingehîn jî wê şandek ji Herêma Kurdistanê biçe Bexda yê.


Piştî civîna bi serkirdeyên hizbên siyasî yên Herêma Kurdistanê re bi dawî hat, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civînek çapemeniyê lidarxist.

Di civîna çapemeniyê de Barzanî got; “Bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û serokatiyên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Kurdistanê civînek giring derbarê rewşa niha ya Iraqê de hate lidarxistin.”

Di dewama axaftina xwe de Barzanî balkişand ser rewşa niha ya Iraqê û xwepêşandanan  got; “Wek Herêma Kurdistan em piştgiriya daxwazên rewa yên xelkê Iraqê û xwepêşanderan dikin. Her wiha me behsa destûrê kir û em piştgiriya hemû bendên destûra Iraqê dikin.”

Her wiha Barzanî behsa guherîna destûra bingehîn a Iraqê jî kir û ev tişt gotin; “Em piştgiriya pêngavên ji bo başkirina rewşa Iraqê dikin, lê em di wê baweriyê de ne ku guhertina destûra bingehîn divê di rewşek aramde pêkwere. Tişta di berjewendiya tevayî gelên Iraq û Herêma Kurdistanê de be em piştgiriya wê dikin.”

Têkildarî amadekariyên Kurdan ji bo guhertina destûrê jî Nêçîrvan Barzanî got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji beriya niha di civîneke xwe de komîsyonek avakiriye, karê vê komîsyonê jî wê piştgiriya şandeya Herêma Kurdistanê ya ji bo mijara destûrê be. Karên vê komîsyonê jî dibin serokatiya Wezîrê Dadê de têne kirin.Wê ev komîsyon serdana Bexda bike û li gel komên Kurd ên Parlamentoya Iraqê û Serokkomar Dr.Berhem Salih li ser mijara destûrê biaxivin. Bê guman tiştên ku li Iraqê di qewimin bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê jî dikin.”

Barzanî di beşekî din ya axaftina xwe de behsa metirsiya DAIŞ’ê li ser Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku heya niha jî metirsiya DAIŞ’ê li ser Herêma Kurdistanê berdewame û wiha domand; “Ji bona vê divê Kurd ji bo hemû tiştekî amadebin û bibin yek. Cihê keyfxweşiyê ye ku em îro hemû di civînê de xwedî yekdeng bûn û ev yek gelek giringe.”

Têkildarî peywendiyên navbera Herêma Kurdsitanê û Tirkiye jî Barzanî got; “Peywendiyên me û Tirkiye asayî ne, Tirkiye cîranê me ye. Her wiha tu guhertinek di peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê de pêknehatine.”

(şk)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist