Bereya Piştevaniya Rojava hat îlankirin û sibe meşekê lidar dixe

Komek rewşenbîr û çalakvanên Silêmaniyê li Nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê civiyan û Bereya Piştevaniya Rojava îlan kir. Bereyê biryar girt ku sibe meşeke girseyî lidar bixe.


Rewşenbîr û çalakvan îso saet 17.00’an de li Silêmaniyê çûn serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr Rojhilat Suriyê û têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê civînek lidar xist.

Piştî civînê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Li ser navê komê Aram Hadî axivî û destnîşan kir ku wan li dijî dagirkeriya ser Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê Bereya Piştevaniya Rojava ava kiriye û ew niha îlan kirin.

Aram Hadî êrîşên dewleta Tirk bi awayekî tundî şermezar kirin û da zanîn ku ewê sibe li Silêmaniyê meşeke mezin lidar bixin.

Hadî got ku meş wê saet di 15.00’an li ser Kolana Saholeke (Cadeya Salim) destpê bike û bang li tevahiya gelê Silêmaniyê kir ku tevlî meşê bibin.